Şêniyên Geliyê Zorê: Em ê nehêlin HES bê çêkirin

img

ÊLIH – Welatiyên ku nerazîbûna xwe ya ji bo santrala hîdroelktrîkê ya tê xwestin li Geliyê Zorê bê çêkirin nîşan dan, anîn ziman ku dê nehêlin ku gelî di bin avê de bimîne. 

 
Tê xwestin li Geliyê Zorê ku di navbera gundê Herîvê yê Sason a Êlihê û gundê Xweşika yê Pasûr a Amedê de ye, Santrala Hîdroelektrîkê (HES) bê çêkirin. Projeya ji bo vê santralê di sala 2016'an de berpêşî Meclîsa Giştî ya Bajêr a Êlihê hatibû kirin, lê belê meclîsê red kiribû. Di meha Îlonê de cardin berpêşî meclîsê hatibû kirin û vê carê jî nehat qebûlkirin. Piştî vê biryarê berpêşî Waliyê Êlihê Hûlûsî Şahîn hatibû kirin û cardin nehatibû qebûlkirin. Lê ji ber ku di Meclîsa Giştî ya Bajêr de hejmara endamên AKP'î zêdetir e, proje hatibû qebûlkirin. 
 
Proje dê ji aliyê Şîrketa Hilberîna Enerjiyê ya Mayayê ve bê çêkirin. Dê li ser qadeke 452 parsêl, 67 hezar û 450 metrekareyî bê çêkirin. Heger proje bê çêkirin dê 4 mezrik di bin avê de bimînin. 
 
Gundiyan, destnîşan kir ku naxwazin qada wan a jiyanê bibe qurbana HES'ê. 
 
WÊ ERDÊN WAN DI BIN AVÊ DE BIMÎNIN
 
Yûsûf Çîçek ê 27 salî, anî ziman ku heger HES bê çêkirin dê 7 hezar donim erdê gundê wan û mêrgên wan din avê de bimînin. Çîçek, bilêv kir ku dê tevî xaniyê wî 30 donim baxçeyê wî yê fêkiyan jî di bin avê de bimîne û got: "Ji bo berjewendiyên şîrketekê her der tê talankirin. Ji bo şîrketekê bi hezaran mirov mexdûr dibin. Em ê nehêlin ev qas mirov mexdûr bibin." 
 
‘DIXWAZIM ZAROKÊN XWE LI VAN DERAN MEZIN BIKIM' 
 
Bariş Arslan jî got: "Mezinên me li vê derê çêbûne û mezin bûne. Ev der mîrateya wan e. Li tu devera cîhanê xwezayeke werê xweşik tune ye. Lê belê dê ji bo berjewendiyên şîrketekê ev xwezaya xweşik bibe dojeh. Ez naxwazim zarokên min li metrepolan mezin bibim, dixwazim wan li van deran mezin bikim." Arslan, destnîşan kir ku ew ê li ber xwe bidin û xwest parazvanên jiyanê û xwezayê jî li cem wan bin. 
 
‘KUJERÊN XWEZAYÊ' 
 
Nûsrettîn Ege jî anî ziman ku gundê xwe nadin bi tu devera cîhanê. Ege, ji bo HES'an got "kujerên xwezayê" û ew ê nehêlin ne li gundê wan ne jî li devereke din HES bên çêkirin. 
 
10 SALAN LI BER XWE DAN 
 
Serhat Çîçek jî anî ziman ku ji sala 2010'an ve li dijî projeya HES'ê li ber xwe didin. Çîçek, da zanîn ku li dijî projeyê 716 îmze berhev kirine û dane ber rayedaran, lê belê dîsa jît iştek nehatiye kirin û got: "Dê bi çêkirina HES'ê re hemû nebatên endemîk tune bibin. Ev der havînan ji mirovan xalî nabe. Mirov tên vê derê bêhna xw evedidin. Em ê nehêlin ev gelî bê texrîbkirin. Em bi hev re xwedî lê derkevin." 
 
MA / Fethi Balaman