Li dijî hilweşandinê daxwaza veguherîna di cih de kirin

img

AMED –  Nîştecihên taxa Kaynartepe ya navçeya Rezan ku ketiye ber vegûherîna bajarî, li dijî hilweşandinê derketin û daxwaza veguherîna di cih de kirin. Hevseroka Odeya Avahîsazan  Selma Aslan jî diyar kir ku wê vegûherîna bajarî pirsgirêkan zêdetir bike. 

Li navçeya Rezan a Amedê, 53 hezar metreçargoşeya taxa Kaynartepeyê, di 25’ê îlonê de bi Bîryarnameyeke Serokkomariyê weke “qada xeter” hat îlankirin û ket çarçoveya vegûherîna bajarî. Niştecihên taxê ku bi salan e lê dijîn naxwazin kuçeyên wan ên lê jiyana xwe didomînin bên hilweşandin û li şûna veguherîna bajarî daxwaza vegûherîna di cih kirin.  
 
‘HILWEŞANDIN ŞER TÎNE BÎRA MIROV’
 
Saîm Kaya ku di sala 1991’an de ji ber şewitandina gundê wan koçî taxê bûye, diyar kir ku 28 sal in li Kaynatepeyê dijî û naxwaze sirgûneke din bijî û wiha got: “Me Sûr û Cizîrê dît. Ne veguherîna bajarî ye, hilweşandin û rant e. Hilweşandin şeran tîne bîra mirov û bajarên ku em dibînin xesarê didine tenduristiya ne ya ruhî. Em teqez naxwazin, Zarokatî û ciwaniya me li vir derbas bû. Em dixwazin zarokên me jî li vir mezin bibin. Bila destê xwe ji bajarên me vekişînin.”
 
‘NIKARIM LI CIHEKÎ DEBARA XWE BIKIM’
 
Niştecihê taxê Gulşîrîn Tekîr, da zanîn ku zor be jî li taxê debara xwe dike û heke ji ber veguherîna bajarî koç bike wê nikaribe debara xwe bike û ev tişt gotin: “Kar tuneye, 4 zarokên min hene, her çar jî xwendekar in. Em li vir li xaniyekî bi 2 jûr rûdinên û zehmet be jî debara xwe dikin. Em jî jiyaneke xweş dixwazin lê me di mînakên berê de jî dît, Li Sûrê hişweşandinê kirin û mirov mexdûr bûn. Bi vî halê xwe em jixwe perîşan in, heke em hi Rezan bên derxistinê dê perîşantir bibin. Wê ne başî, xebabiyê li me bikin.” 
 
DAXWAZA VEGUHERÎNA DI CIH DE
 
Şevket Kale ku 28 sal in li taxê esnafiyê dike jî bi lêv kir ku rewşa heyî qet qebûl nakin û ev tişt anîn ziman: “Em ne dikarin kirê bidin ne jî dikarin kesên bikevin kirê bibînin û ne jî dikarin bifiroşin. Di hêla aboriyê de em girêdayî vir in. Em naxwazin bên mexdûrkirin.”
 
Esnafê 15 salan Mehmet Kaya jî daxwaza vegûherîne di cih de kir. 
 
Niştecihê Kaynartepeyê Abdulganî Ekîncî jî got ku veguherîna bajarî wê çanda cîrantiyê bi dawî bike û mirov di hêla debarê de zehmetî bikişînin. 
 
ODEYA AVAHÎSAZAN: HILWEŞANDINA BÎRÊ 
 
Hevseroka Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê Selma Aslan jî diyar kir ku divê pêvajoyeke agahdarkirinê bê destpêkirin û piştre derbasî pêkanînê bê kirin û wiha got: “Li Nisêbînê destpêkê proje pek hat, piştre plan hatin xizkirin. Ji ber ku yekûn nêz nebûn, li navçeyê ppirsgirêkên cüda derketin. Divê destpêkê em palan qada  1/1000 bibînin. Di qanûna hejmara 6306 a têkildarî ‘veguherandina qaden di bin xetereyê de’ pirsgirêk hene. Derbarê Rezan de jî raporên jeolojîk û jeofizik hene tünene, pirsgirêkeke çawa heye em nizanin. Çima weke qada bixeter xebat tê kirin? Divê tişta bê kirin envantera stoka avahiyan a têkildarî hejmara nûkirina avahiyan bê derxistin.”
 
ARMANC CUDA YE
 
Aslan, destnîşan kir ku di vegûherîna bajarî de tişta ku divê bê kirin û armanc cuda ye û bi mînaka Sûrê ev tişt anîn ziman: “Armanc ne hêsankirina şertên mirovan e. Cihê zarokatiya me vediguhere tiştekî din. Mirov ji cihê ku êş û hezkirinên xwe li jiyaye tê dûrxistin. Ev proje hilweşandin bîra mirov jî bi xwe re tînin. Em valakirin û radestkirina qadê ya hin kesên din rast nabînin. Bi vê re hûn dibin sedema derketina hin pirsgirêkên civakî.”
 
PIRSGIRÊK ZÊDETIR DIBIN
 
Di berdewamê de Aslan, da zanîn ku projeyên bi vî rengî dibin sedema mexdûriyetên nû û derbarê pêvajoya piştî veguherînê de ev nirxandin kirin: “Wê niştecihên herêmê hin şevnîşînên din çêbikin û li herêman pirsgirêkên aborî û civakî derkevin holê. Wê van pirsgirêkan mezin bibin û xwe li tevahiya bajar nîşan bidin. Lewre divê hemû xebat zelal bin. Divê bi kesên li herêmê dijîn re biryareke hevpar bê dayîn. Ji ber ku ew ê li wir bijîn. Mirovên ku bi yewmiyeyê debara xwe dikin wê nikaribin leçûnên sîteya ku hûn ê çêbikin bidin. Berpirsyarê xizaniyê ne mirov in. Mafê hewînê mafekî mirovî ye. Rêxistinên sivîl û rêxistinên pîşeyî di hela teknîkî de dikarin piştgiriya vê pêvajoyê bikin.” 
 
MA / Eylem Akdag - Cahît Ozbek