Xwestin HES'a li Çemê Zoravayê bê betalkirin, 15 hezar TL ceza li wan hat birîn

img

SÊRT - Gundiyên Şavûrayê ji bo betalkirina projeya HES'ê ya tê xwestin li ser Çemê Zoravayê bê çêkirin serî li dadgehê dabûn. Lê belê dadgehê 15 hezar TL mesref da ber 57 gundiyan. 

Karên Avê yên Dewletê (DSÎ) û Şîrketa Anonîm a Hilberandina Enerjiyê ya Tîgrîsê xwestibûn li ser Çemê Zoravayê yê di gundê Şûrava yê Dihê ya Sêrtê re derbas dibe, Santrala Hîdroelektrîkê (HES) çêbikin. Lê belê di sala 2015'an de gundiyan ji bo HES neyê çêkirin bertek nîşan dabûn. Piştî 5 salan projeya heyî hat temamkirin û vê carê jî tê xwestiin 7-8 kîlometreyan dûrî projeya heyî, perojeyek din bê çêkirin. Proje di 21'Ê Adara 2019'an de hat îmzekirin. 
 
Piştî vê gundiyan ji bo rawestandina projeyê di 25'ê Nîsana 2019'an de serî li Dadgeha Îdareyê ya Sêrtê dabûn û dadgehê jî di 30'yê Nîsanê de proje dabû sekinandin. Lê belê fîrmayê guh nedabû  biryara dadgehê û karê xwe dewam kiribû. Gundiyan cardin serî li dadgehê da û dadgehê di 10'ê Hezîrana 2019'an de cardin biryar da û proje da sekinandin. 
 
Di danişîna dawî ya li dadgeha îdareyê de rapora ÇED'ê hat nîqaşkirin. Ji sê endamên heyeta dadgehê dudoyan jî daxwaza ji bo betalkirina raporê red kir, lê belê serokê dadgehê Mehmet Altay daxwaza ji bo redkirina raporê qebûl kir. Lê belê ji ber piraniya heyetê daxwaza red kiribû, rapor nehat betalkirin. 
 
Her wiha dadgehê bi ser de mesrefê dadgehê jî xist stuyê gundiyan û biryar da ku gundî 15 hezar Tl heqê dadgehê bidin. 
 
Piştî vê biryarê gundiyan serî li temyîzê dan. 
 
MA / Fethî Balaman