Bi zorê biryara HES'ê bi Meclîsa Bajêr a Êlihê dane qebûlkirin

img
ÊLIH – Meclîsa Giştî ya Bajêr a Êlihê du caran projeya HES'ê red kiribû, lê belê hat diyarkirin ku walîtiyê bi zorê proje daye qebûlkirin. Aktivîstê ekolojiyê Huseyîn Akil, hişyar kir ku heger ev biryar pêk bê dê texrîbateke mezin biqewime. 
 
Tê xwestin li ser Çemê Zorê yê di navbera gundê Herîvê yê navçeya Sason a Êlihê û gundê Xweşika yê navçeya Pasûr a Amedê de Santrala Hîdrorelektîrê (HES) vê çêkirin. Projeya ewil a ji bo HES'ê hat amadekirin di sala 2016'an de berpêşî Meclîsa Giştî ya Bajêr a Êlihê hatibû kirin û meclîsê red kiribûç Lê belê di meha Îlonê de jî berpêşî meclîsê hat kirin û meclîsê cardin proje red kir. Biryara redkirinê berpêşî Waliyê Êlihê Hûlûsî Şahîn hat kirin. Walî biryara heyî qebûl nekir û cardin ji meclîsê re şand. 11 endamên HDP'î û 11 endamên AKP'î yên meclîs di 19'ê Mijdarê de cardin li hev kom bûn. Lê belê ji ber ku du dengên serokê meclîsê yê AKP'î hebûn, proje hat qebûlkirin. Hat diyarkirin ku walî ji endamên AKP'î re gotiye, projeyê qebûl bikin. 
 
Aktivîstê ekolojiyê Huseyîn Akil, destnîşan kir ku dê bi vê projeyê re xwezay, çandinî û sewalkarî derbeke mezin bixwe û got, ji bo proje bê rawestandin dê di waêr hiqûqî de tevbigerin. 
 
'DÊ DEVEREKE MEZIN DI BIN AVÊ DE BIMÎNE' 
 
Akil, Bendava Ilisûyê û navçeya Heskîf a dîrokî bibîr xist ku bê çawa di bin avê de maye û got, niha jî tê xwestin herêma Zorê di bin avê de bê hiştin. Akil, destnîşan kir ku dê bi HES'a ku tê xwestin li ser Çemê Zorê bê çêkirin xwezaya texrîb bibe û got: "Ceryana ku dê ji vê HES'ê bi dest bikeve, ceryaneke hindik e. Dê tu fêdeya wê ne li bajêr, ne li navçeyê ne jî li aboriya welêt bibe. Tenê dê qadeke mezin a çandiniyê tune bike. Tenê li Şêx Hemzayê qadeke çandiniyê ya 11 hezar metre kare heye. Em sewalvaniyê jî daxil nav bikin. Ji şewra gelê herêmê debara xwe bi sewalvaniyê dike. Dê bi vê yekê re bi hezaran mirov ji warê xwe û nanê xwe bibin." 
 
Akil, destnîşan kir ku ji bo betalkirina projeyê gelê herêmê 716 îmze berhev kiribûn û dabûn rayedaran û got: "Her wiha dê ev Hes bandorê li turîzmê jî bike. Gel dixwaze ev der ji bo turîzmê bê amadekirin. Ji bo vê jî serlêdan kir. 716 îmze berhev kiribûn. Piştî têkoşîna gelê herêmê biryar hatibû betalkirin. Lê belê kesên ji bo berjewendiyên xwe tevdigerin cardin proje xistin dewrê." 
 
Akil, ji bo HES neyê çêkirin bang li raya giştî kir û got, ji bo qirkirinek çênebe divê ev proje pêk neyê.