‘Emê destûrê nedein talana li Erbaa, Bogali û Sakaratê’

img
STENBOL - Platforma Dest Ne De Xwezaya Min, diyar kir ku bi xebatên lêgerînê yên siyanurê yên li zozanên Erbaa, Bogali û Sakarat wê xwezayê talan bikin û got: “Emê tu carî destûrê nedin vê talanê.”
 
Platforma Dest Ne De Xwezaya Min, li dijî xebatên lêgerînê yên siyanurê yên li zozanên Erbaa, Bogali û Sakaratê daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî li ber Îz Plaza Gîz a Maslakê hat lidarxistin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zuleyha Gulum, Parlamenterê Partiya Gel a Komarê )CKH) Ozgur Karabat, gelek komele û endamên wan beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji Verûsa Erbaa bi qewirin” hat vekirin û dowîzên “Ji Mûnzurê heya Erbaa, wê berxwedêr qezenc bikin” û “Îsyana me ya li dijî talana xwezayê mezin” hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de, bê navbera dirûşmeya “Dest ne de hewame, ava me û zozana me” hat berzkirin. 
 
Ji endamên Komeleya Gundê Keçecî Selînay Can, li ser navê platformê xwende. 
 
Can, diyar kir ku ewê destûrê nedin tala herêmê û wiha got: “Pêdiviya me bi zêrê qirêj tuneye. Em bang li Holdînga Verûsa dikin. Em te di zozanên xwe de naxwazin. Pêdiviya me bi karê te yê pîs û zêrê te yê qirêj tuneye. Hilberînên li zozan û deştên me digihin, zêrên me yên herî gihan bihane.”
 
Piştî axaftinê, daxuyanî bi lêxistina çepikan û berzkirina tilîliyan bi dawî bû.