Berteka li dijî qada medenê: Gelo wê çi feydê bide me?

img
COLEMÊRG - Tê xwestin ku 5 herêmên Colemêrgê veguherînin qada madenê. Gundiyên li dijî qada madene bi bertekin, diyar kirin ku gelo wê ev qad çi feydeyê bidin wan. 
 
Midûriyeta Giştî ya Karê Maden û Petrolê (MAGEP), ji bo rûxseta madenê ya 5 herêmên li navend û navçeyên Gever û Robarok ên Colemêrgê, berî demekê dest bi pêvajoya îhaleyê kir. Tê xwestin ku gundê Korgan û Golên Sat ên Cîlo yên Geverê, Çiyayê Govendê yê Robarok, geliyê gundê Kotranis û Zozana Nebîrnav veguherînin qada madenê. Bertekên li dijî vê yekê dewam dikin. 
 
Welatiyên li gundê Kotranis dijîn ên bi salane debara xwe bi sewalkarî û çandiniyê dikin, ji ber zirar bi gihêje xwezaya wan bi fikarin. 
 
WÊ TU FEYDÊ NEDE WAN
 
Mûxtarê gundê Kotranis Necmettîn Yalçin, diyar kir ku têkildarî xebatên lêgerîna madene tu agahî ji bo gundiyan nayê dayîn û wiha axivî: “Em nizanîn ev maden wê feydeyekê çawan bide gundiyan. Dewlet dixwaze ji bo berjewendiya hin fîrmayan vê îhaleyê derbixe. Em weke niştecihên vê herêmê naxwazin xebateke madenê bê kirin. Em tenê dixwazin xizmeta herêmê bê kirin. Tu feydeya gundiyan di vê madenê de tuneye. Em li dijî vê xebatê ne.”
 
‘WÊ BÊHIZÛRIYÊ BI XWE RE BÎNE’
 
Rustem Kahraman ê bi salane li gund sewalkariya pez dike jî, da zanîn ku ew naxwazin li gundê wan xebata madenê bê kirin û wiha bertek nîşan da: “Ev xebat wê bêhizûriyê bi xwe re bîne herêmê. Em dixwazin li vê derê ji bo sûda gundiyan xebatek bê kirin. Em nexwazin ku kes ji bo berjewendiyên xwe li ser axa me karê madenê bike. Emê vê yekê qebûl nekin. Em hemû di ferqa vê de ne. Îro jî, hemû rêyên gundên me xirabin, bi hinceta ewlekariyê kepçeyê naşînin û çênakin. Em her tim bi derfetên xwe rêyên xwe çêdikin. Xebata lêgerîna madenê wê rewşa me xirabtir bike.”
 
‘WÊ ZIRAR BIDE’
 
Mevlut Ataman jî, dest nîşan kir ku ew naxwazin bi îhaleyên madene zirarê bidin gundên wan û wiha got: “Di xwezaya me de gelek heywanên kovî hene. Dîsa li gund gelek pez û dewar tên xwedîkirin. Em naxwazin ev xebat zirarê bide hem jiyana me û hem jî sewalkariya me. Em hêvî dikin ku ev xebat zirarê nede gelê herêmê û gundiyan.”