Ji Geliyê Godernê dest pê kirin: Em xwezaya xwe biparêzin

img
AMED - Rêxistinên civaka sivîl ku hawirdora Geliyê Godernê paqij dikin, bang kesên seredana geliyê dikin kirin û gotin: "Em bi hev re xwezaya xwe biparêzin." 
 
Geliyê Godernê ku di navbera Farqîn, Pasûr û Hezroyê de ye, havînan gelek kes seredana wê dikin. Lê belê ji ber ku gelek kes serdana wê dikin, di salên dawî de derdora wê gelekî qirêj bûye. Lewma rêxistinên civaka sivîl kampanyaya "Ji bo Amedê em dest bidin hev du" dan destpêkirin û di çaçroveya vê kampanyayê de li herêmê dest bi paqijiyê kirin. 
 
Cîgirê Sekreterê Giştî yê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê Kamûran Toktaniş, anî ziman ku erdnîgariya lê dijîn bi çiya, daristan, çem û faînaya xwe dirbê bihuştê didê û got, li deverên ku wekî "qada pîknîkê" tên bikaranîn qirêjî zêde bûye. Toktaniş got: "Em mecbûr in pêşî li ber vê qirêjiyê bigirin. Ev bermayiyên tên avêtin tenê xwezayê texrîb nake; bandora wê li av, hewa, ax û qalîteya xwezayê jî heye. Li geliyê ji potikên pitikan bigirin heya qutikên cixareyan gelek tişt hene. Bi tonan çop hene. Ji bo parastina xwezaya me ji destê kê çi tê divê bike." 
 
Her wiha Toktaniş, anî ziman ku wê li navçeya Licê jî Şikeftên Birkleynê û sûrên dîrokî jî paqij bikin. 
 
BAREKÎ MEZIN DIKEVE SER MILÊ ŞAREDARIYAN 
 
Sekreterê Giştî ya Komeleya Kardêran (GUNTÎAD) Devrîm Çakmakçi, anî ziman ku kampanyaya hatiye destpêkirin li dijî qirêjkirina xwezayê ye. Çakmakçi, bilêv kir ku çiya û deştên bajêr pir qirêjb ûne û got, beriya her tiştî divê em çopên xwe navêjin. Divê em çopên xwe têxin erebeyên xwe û dû re bavêjin tenekeyên çopan." 
 
Çakmakçi got: "Geliyê Godernê sêgoşeyek e. Barekî mezin dikeve ser milê şaredariyan. Qet nebe dikarin qutiyên çopê deynin vê derê." 
 
‘BILA GELÎ QIRÊJÎ NEBE' 
 
Îslam Dînen ku ji Farqînê ji bo gerê hatiye Geliyê Godernê, anî ziman ku divê turîstên xwecihî û biyanî yên tên herêmê divê derdorê qirêjî nekin. 
 
MA / Fethî Balaman