'Em ê rê nedin rant û talanê’

img
HATAY – Nûnerên partiyên siyasî yên Hatayê, bertek nîşanî 9 herêmên ku li bajar, bûn qadên medenê û gotin ku dê destûr nedin rant û talanê. 
 
Miduriyeta Giştî ya Karên Petrolê û Medenê (MAPEG), di 24’ê tebaxê de ji bo dayîna ruxsatê li 766 herêmên 68 bajaran pêvajoya îhalê dabû destpêkirin. Ji van herêman 9 jê li Hatayê bûn. Rêxistinên HDP, TİP, TOP û Kaldiraçê yên bajar, bi daxuyaniyekê nivîskî bertek nîşanî van her neh herêmên ku bûn qadên medenê dan. Nûnerên partiyên siyasî têkoşîna xwe ya li dijî rant û talanê bidomînin û rê nedin rant û talanê.