Şewata li Gabarê vemirî

img
 
ŞIRNEX - Şewata li gundê Bûnisra ya girêdayî Çiyayê Gabarê ku di encama gula berdana ji Qereqola Akdîzgîn a navçeya Basa de rû da, ji ber barana bariya vemirî. 
 
Li navçeya Basa ya Şirnxê ji ber gulebarana Qereqola Akdîzgînê agir bi ciheke gundê Bûnisra ya Çiyayê Bizina ketibû. Şewata ku du rojan dewam kir, duh bi şev di ji ber barana bariya vemirî.
 
Hat diyar kirin ku ji ber şewata rû da re, qadek mezin bû xelî û gorên gundiyan jî zirarek mezin dîtin.