Gundiyan şewata li Cûdî vemirandin

img

ŞIRNEX – Gundiyan şewata duh li qûntarên Çiyayê Cudî pêket û gehişt gundê Sorbîtmê vemirandin. 

 
Duh di saetên şevê de, li qûntarên Çiyayê Cûdî ya girêdayî navçeya Sîlopî ya Şirnexê ji ber sedemek nehat zanîn şewat derket û belavî gundê Sorbîtmê bû. Şewata ku ji ber bawê mezin bû, bi hewldana gundiyan hat kontrolkirin. Gundiyan bi çiqilên daran şewat vemirandin.
 
Li aliyê din, hat diyar kirin ku  şewata li qada Deriyê Cebraîl ê hat payîn ku leşkeran pê xistiye, di saetên şevê de ji ber xwe ve temirî.