Mêşvanên Dersimî îsal bi fikar in

img
DERSIM – Mêşvanên Dersimê diyar kirin ku îsal ji ber ku li bajêr pir baran nebariyaye dibe ku îsal li gor berê hungivê wan kêmtir be.
 
Li Tirkiyeyê yek ji deverên ku mêş lê zêde ne û hunguvê herî baş lê çêdibe Dersim e. Ev yek jî ji ber xwezaya Dersimê ye ku lê ciha, gul û kulîlkên cur bi cur şîn tên. Lê îsal ji ber ku li bajêr baran pir nebariyeye mêşvan diqilqilin ku hunguvê wan kêm be. Şêniyên gundê Tornova yê Pulurê, wê meha Îlonê dest bi firotina hunguvê xwe bikin.
 
Mêşvan Aydin Çakar, anî ziman ku piştî gundê wan hatiye valakirin di 1994'an de çûne Xarpêtê û got, ji sala 1995'an ve ji bo mêşvaniyê her sal tê gundê xwe. Çakar, bilêv kir ku randimana hungiv li gor şert û mercên hewayê diguhere û got, sal heye 4 ton û sal heye jî 2 ton hungiv bi dest wan dikeve.
 
Aydin, got: "Heger baran baş bibare û dinya nîvgermî be mêş bêtir hungiv çêdikin. Lê îsal rewşa hewayê nebaş bû. Hewayeke ku mêş karibin hungiv çêbikin tuneye. Hema bêje mêş xweşikî nefiriyan jî. Wisa xuyaye îsal wê rewş nebaş be."
 
Mûrat Kose jî ji sala 2009'an ve mêşvaniyê dike û wî jî ji ber gundê wan hatiye valakirin koçî Xarpêtê kiriye, lê her sal ji bo mêşvaniyê tê gundê xwe. Kose, got: "Em 5 mehan li vira dimînin dû re diçin bajêr. Par me ton û nîv hungiv berhev kiribû û hemû firotibû. Lê îsal ji ber vîrosa coronayê pere bi kesî re nemaye. Wisa xuyaye wê îsal rewş nebaş be."