Li Omeryan bi sedan donim derdor şewitî: Rayedar hêj rewşê dinirxînin

img

MÊRDÎN – Şewata li herêma Omeryan bû sedemê ku bi sedan donim hawîrdor bişewite. Miduriyeta Daristanê ya Mêrdînê ku şewatê ji nedîtî ve tê dibêje dê rewşê bi fermandê qereqolê re binirxînin. 

 
Li herêma Omeryan a Mêrdînê şewata ji 11’ê hezîranê derketiye bi tesîra bayê re berbelav bûbû hat vemirandin. Şewat li herêma gundên Qesra Ahmedê, Qurdîsê, Dara, Xerabê Bava, Cinata Miho û Cinata Hiso, Yestê û Rişvanê yên Omeriyan qadek berfireh dabû ber xwe. Ev şewat bû sedema bi sedan hawîrdor û cihê bi dar bişewite. Welatiyan li gorî derfetên xwe kêm mudaxile kir û îro li nîvro hat vemirandin. Gundiyan ragihand ku bi sedan derdorên wan şewitîne. 
 
 
KESÎ MUDAXILE NEKIR 
 
Ji şêniyên herêmê Mehmet Nûrî Îpek da zanîn ku ji ber rêya agirkujan tune bû nikaribûn mudaxileyî şewatê bikirina û tekane rêya mudaxilekirinê ew bû ku asîman ve bi helîkoptêran were kirin lê helîptêran jî mudaxile nekir. Îpek got ji ber nemudaxilekirinê şewat demek dirêj dom kir û bi sedan donim erd şewitî.    
 
ŞEWAT VEMIRÎ EW Ê HÊJ BINIRXÎNIN!
 
Me bi rêya telefonê xwe gihand rayedarên Miduriyeta Daristanê ya Mêrdînê û diyar kirin ku ji ber helîkoptêr nebûye nikaribûne mudaxile bikin. Rayedarên ku şewatê û vemirandina şewatê ji nedîtî ve tên hêj dibêjin ew ê li gel fermandarê qereqola herêmê nirxandina rewşê bikin.