Şewata li Omeryan gehişt çoltera Mahsertê

img
MÊRDÎN - Şewata li herêma Omeryan ji aliyê welatiyan ve hat vemirandin, ji ber bayê vê carê gehişt çoltera navçeya Mahsertê.
 
Li herêma Omeryan a Mêrdînê ji 11’ê Hezîranê ve şewata rû da dewam dike. Şewata ku duh li çoltera gundên Qesra Ahmedê, Qurdîsê û Dara yên girêdayî navçeya Artûklûyê û li gundên Xerabê Bava, Cinata Miho û Cinata Hiso yên girêdayî navçeya Nisêbînê belav bibû, ji aliyê welatiyan ve hatibû kontrolkirin. Lê vê carê, şewat ji ber bayê li çoltera navçeya Mahsertê belav bû.   
 
Hat hînbûn ku şewata li gundên Yestê û Rişvanê yên girêdayî navçeya Mahsertê dewam dike. Niştecihên gundan mudaxileyî şewata li qadên daristan û rezan dewam dike, kirin. Şaredariyê, diyar kir ku qada daristanê ya bi sedan donim zirarek mezin ditiye.