Xweşikiya bêhempa ya Zozanên Feraşînê

img

ŞIRNEX - Zozanên Feraşînê li sêgoşeya Wan, Şirnex û Colemêrgê ye û bi xweşikiya biharê mirovan mest dike. 

Dema mirov behsa erdnîgariya sêgoşeya Şirnex, Wan û Colemêrgê dike, Zozanên Feraşînê ku 2 hezar û 625 metre bilind e tê bîra mirov. Zozanên Feraşînê ya ku di sêgoşeya her sê bajaran de cih digire bi xweşikiya xwezaya xwe tê zanîn û merivan di nav xwe med dike. Her sal bi germbûna hewayê re koçer diçin li Zozanên Feraşînê datînin. Ava cemidî, kulîlkên bi rengên cûr bi cûr û fetlokên avê ku her dever bi rengê şînahiya biharê xemilîye dibe sedema dîmenên xweşik. Keriyê pez ku ji hezaran mihan pêk tê li nav mêrgê ne. Jinên koçer zarokên xwe kirine tûrên xwe û dane pişta xwe û diyar dikin ku ew li zozanan in. Ciwan li newalan masiyên ji ava cemidî digirin û xweşikiya xwe tevlî xemla biharê dikin. 
 
Wêne: Mujdat Can