Li Omeryan şewatek din rû da: Bi zanebûn di şewitîn in

img

MÊRDÎN - Li Herêma Omeryan serê vê sibê li cihek cuda şewatek din rû da. Welatiyên tim mudaxileyî şewatê dikin, diyar kirin ku ev şewat ji ber xwe ve pê nakeve, bi zanebûn vê şewatê pê dixin. 

Şewata li Herêma Omeryan a Mêrdînê di 11’ê Hezîranê de dest dest pê kir, niştecihên herêmê 2 caran bi derfetên xwe vemirandin. Lê di saetên serê vê sibê de cardin şewatê rû da. Şewata li Goma Kaynakli ya gundê Qesra Ahmedê ya navçeya Artûklû rû da, di demek kurt de belav bû. Welatiyên gund mudaxileyî şewatê kirin. Welatiyên gund, hewl didin şewatê bi vemirînin, diyar kirin ku bi zanebûn ev şewat ji aliyê kes an jî kesan ve tê pêxistin.
 
'BI ZANÎBÛN DIŞEWITÎNIN’
 
Welatiyên mudaxileyî şewatê kirin, hirsa xwe anîn ziman û wiha got: “Ev şewat ji ber xwe ve pê nakeve, bi zanebûn vê şewatê pê dixin. Cihê ku şewata îro lê rû da, dûrî qada şewatê ya berî du rojan rû dayî bû. Em hewl didin mudaxileyê şewatê bikin, lê ev ji destê me tê. Ji ber şerwatê li herêmê gelek dar bûn xwelî. Dîsa gelek zindî û candar şewitîn. Vê şewatê derûnî û tenduristiya me xirab kiriye. Di warê aborî de jî em bi bandor dibin. Hemû candar telef bûn.” 
 
Li Herêma Omeryan her tim operasyonên leşkerî tên lidarxistin û her sal ji ber şewatên piştî operasyên rû didin, bi deh hezaran darên berû dibin xelî.