Dildarên Çiyayê Kazê: Bila hevalên me bên berdan 2019-10-06 13:33:34   ÇANAKKALE –  Dildarên Çiyayê Kazê yên li dijî lêgerina zêrê bi siyanur di Nobetda Av û Wîcdan de ne, xwestin kesên ji Stenbolê meşiyan Enqereyê û hatin binçavkirin, serbest bên berdan.    Çalakiya Nobeta Av û Wîcdan a li dijî lêgerîna  zêrê bi siyanur didome. Nobet li herêma Balaban a Kirazliyê di roja 73’an de berdewam dike. Di nobeta ku bi şev û roj berdewam dike de gelek dildar û parazvanên xwezayê amade bûn. Parazvanên xwezayê dildarên xwe li “Tesîsên Berxwedanê yên Balabanê" ku nêzî 100-150 çadir lê vedane pêşwazî kirin. Li vir mêvanên xwe der barê armanca şîrketê û zerara ku bide xwezayê de agahî dan. Dîsa buroşurên der barê zerar û bandora sîyanur a bide xwezayê de, belav kirin.    Dildar û nobedarên xwezayê piştre meşiyan qada ku 200 hezar dar hatine birîn û deriyê şandiyê. Girsê di meşê de pankartên “Ev welat yê me ye" û "Çiyayên Kazê yê me ye" vekirin û strana “Çiyayê kazê wê bi me rizgar bibe" strîn. Girsê pişti li vir bertek û nerazîbûnên xwe anîn ziman paşve vegeriyan.    Dildarên Çiyayên Kazê piştre bertek nîşanî binçavkirina kesên dema ji Setnbolê meşiyan Enqereyê û hatin binçavkirin dan. Dildaran xwest kesên hatine binçavkirin serbest bên berdan."