Dêrsimî ji bo Mûnzûrê zend û bend badan 2019-09-22 09:12:22 DERSIM – Li navçeya Pulurê ji bo fînansmana tesîsa parzînê 36 sazî hatin gel hev. Şaredara Mûstafa Sarigul jş, ji bo xweza û avê xwest her kes destekê bide vê projeyê.  Li navçeya Pulur a Dersimê ji ber tesîsa parzînê tune ye, ava cihokan diherike Çemê Mûnzûrê. Li ser bangawaziya rêxistinên civaka sivîl û şêniyên bajêr Şaredariya Pulurê jî ket nava hewldanan. Ji bo tesîsa parîznê ku maliyeta wê 8-10 milyon e bê çêkirin, budçeya şaredariyê têr nake. Ji bo vê jî bi pêşengiya şaredariyê partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û şaredariyên navçeyan jî tê de 36 sazî li hev civiyan.    KOMÎSYONEK HAT AVAKIRIN   Nûnerên saziyan, ji bo çêkirina tesîsa parzînê bê çêkirin komîsyonek ava kirin. Wê komîsyon pêşî derbarê girîngiya Parka Netewî ya Geliyê Mûnzûrê û nebûna tesşa parzînê de raporekê amade bike. Wê rapor li Enqereyê ji pratiyên siyasî, Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê û Konseya Ewropayê re bê şandin. Wê komîsyon ji vê projeya navbirî doza destekeke darayî jî bike.   Şaredarê Pulurê Mûstafa Sarigul, destnîşan kir ku ava Mûnzûrê ji bo wan pîroz e û got, berî hilbijartinê wan soz dabû ku ger bi ser bikevin ew ê tesîseke prînê çê bikin. Sarigul, anî ziman ku ava Mûnzûrê li cîhanê ava herî biqalîte ye û got: "Ava Mûnzûrê ji bo me avake pîroz eç Teqez divê tesîseke przînê bê çêkirin."   Sarigul, destnîşan kir ku maliyeta tesîsa parzînê pir zêde ye û budçeya şaredariyê têrê nake. Sarigul, got: "Lê belê hin proje hene pir girîng in. Çi dibe bila bibe divê bên çêkirin. Me jî bi taybetî ji Pulurê û bi giştî ji bo tevahiya navçeyan, ji bo çêkirina tesîsên parîznê hin civîn çê kirin. Li Pulurê çi dibe bila divê tesîsa parîznê bê çêkirin. Ji bo Mûnzûra pîroz divê her kes destekê bide vê projeyê."    ‘BUDÇEYA ŞAREDARIYÊ TÊR NAKE'    Sarigul, anî ziman ku çend roj şûnde ew ê maliyeta projeyê bir aya giştî re parve bikin û got: "Ez dibêjim wê di navbera 8-10 milyon lîre pere lê biçe. Bi ihtimaleke mezin wê 50 ji seîd yê budçeya projeyê li şaredariyê bê barkirin. Ev jî ji Pulur a ku dahata wê ya salekê 3 milyon e deynekî mezin e ku ancax dikare di 50 salî de bide. Loma divê ji derve destek bê dayîn."    MA / Semra Turan