Înîsiyatîfa Kavaklikê: Banga îfadeyê li 11 hevalên me kirine 2019-09-19 13:37:36   ENQERE – Înîsiyatîfa Kavaklikê ragihand ku ji ber çalakiya xwedî derketina wargeha KYK’ê ya ODTU’yê polîsan bang li 11 kesan kiriye ku biçin îfade bidin.    Tê xwestin li qada daran a zanîngeha Zanîngeha Teknîkê ya Rojhilata Navîn (ODTU) wargeha KYK’ê çêbikin. Înîsiyatîfa Kavaklikê li dijî birîna daran û çêkirina wargehê nobet dabû dabû destpêkirin. Çalakiya endamên Înîsiyatîfê di roja 128’emîn de dewam dike. Di roja çalakiyê ya 55’emîn de polîsan mudaxeleyî çalakiyê kir û pişt re derbarê hin çalakgeran de lêpirsîn hat destpêkirin. Endamên Înisiyatîfê têkildarî lêpirsîna hat destpêkirin li Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist.    Li ser navê Înîsiyatîfê Çaglar Karabulut daxuyanî da û da zanîn ku ji destpêkê ve bêhiqûqî di çêkirina wargehê de heye û xwest li ODTU’yê wargeh neyê çêkirin. Karabulut diyar kir ku derbarê 11 hevalên wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin, polîs li wan geriyane û çûne îfade dane. Karabulut got ew ê li gel lêpirsînan jî dest ji têkoşîna xwe bernedin.