Li Hezoyê bi sedan dar şewitîn 2019-08-10 21:27:33   ÊLIH - Li Navçeya Hezo ya Êlihê agir bi daran ket. Di şewatê de  bi sedan dar şewitîn û bûn xwelî. Li daristan û gomên gundê Sîncan a navçeya Hezo ya Êlihê, di şewata rû  da de bi sedan dar bûn xwelî. Şaredariya Êlihê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku ji ber xemsariyê şewatê rû daye. Şaredariya Êlihê di daxuyaniya da de wiha got: “Ji ber xemsariyê li daristan û gomên gundê Sîncanê şewatê rû daye û bi sedan dar bûn xwelî. Ekîbên agirkûj ên Şaredariya me ya Hezoyê mudaxileyî şewatê kirin û  agir vemirandin.”