Li Bursayê daristan dişewite 2018-08-11 16:47:17   BURSA – Li navçeya Mudanya ya Bursayê şewata daristanê derket û agir ber bi cihwarbûnê ve diçe.    Li gundê Çagrişan a girêdayî navçeya Mudanya Bursayê li derdora nîvro ji ber sedemek nayê zanîn li daristanê şewat derket. Dumana şewatê rêya bejahiyê ya Mudanya û Bursayê girt. Hat zanîn ku agir ber bi cihwarbûnê ve diçe. Ji bo temartina şewatê ekîbên agikujiyê yên şaredarî û daristanê dest bi xebatê kirin.