Çoltera Pilemûriye 3 roj in dişewite 2018-04-20 11:28:23 DERSIM – Daristanên çoltera Pilemûriye piştî bi helîkoptêran hat bombebarankirin ev 3 roj in dişewite û şewat berfireh dibe.  Çoltera Uzuntarla a navçeya Pilemûriye ya Dersimê 3 roj berê bi helîkoptêran hat bomberan kirin û şewat derket. Hat zanîn ku li çolterê her ku diçe şewat berfireh dibe û dar û devî dişewitin.    Şewata li çolterê ji gundê Kerwar tê dîtin. Leşker nahêlin gundî biçin mudaxeleyî şewatê bikin û vemirandina agir asteng dikin.