Bi dermanên xwezayî şîfayê belav dike 2018-03-11 09:25:21 QERS - Îpek Mandûza ku li gundê Çataxa Mezin a navçeya Cilawûzê dijî, ji nebatan dermanan çê dike.  Li gundê Çataxa Mezin ê navçeya Cilawûz a Qersê, jina bi navê Îpek Mandûz nebatan berhev dike û wan dike derman. Mandûz, ji meta xwe hînî çêkirina dermanan bûye û got, berê jî ferdên malbata wan ev tişt dikir.    Mandûz destnîşan kir ku ji bo dermanan çê bike, ew li zozanan giyayan kom dike. Mandûz bi lêv kir ku bi taybetî jî ew ji bo dermanan kulîlkan kom dike. Mandûz got: "Ji bo mirovên ku kezeba wan li ber tunebûyînê ne dermanan çê dikim. Piraniya dermanan ji kulîlkan çê dikim. Reşreşk, zencebîl, lîmon û hin tiştên din dikirim tev li dermanan dikim. Ev hemû ji hev cuda tên çêkirin. Ez dermanên xwe dikelînim." Mandûz diyar kir ku ew giyayê bedew ku li herêma wan şîn tê tevî dermanan dikelîne û ev derman mîkroorganîzmayên nebaş ên di xwînê de dikuje.    Mandûz anî ziman ku dema ew van dermanan çê dike, ji tu kesî doza alîkariyeke madî nake û dermanên çê dike jî bi pereyan nafiroşe. Mandûz destnîşan kir ku wê heta niha derman ji hezaran kesî re çê kiriye. Mandûz bi lêv kir ku ew giyayên ku ji bo dermanan bi kar tîne, di biharê de berhev dike û taybetî jî ew giyaya bi navê Hevaco berhev dikin. Mandûz diyar kir ku ji ber ew vî karî dike kêfxweş e û dermanên ku ew çê dike bi kêrî zerikê û nexweşînên kezebê tê. Mandûz destnîşan kir ku nemaze ji herêma Qers, Erdexan û Erziromê kesên nexweş tên û ew dermanan ji wan re çê dike.    MA / Mujdat Can