Gundî li dijî çêkirina kana xîzê ketin nava tevgerê 2018-02-19 14:51:29 DERSIM – Li Dêrsimê di 2015’an de li ser berteka welatiyan çêkirina kana xîzê hatibû rawestandin. Li ser  daxwaza dê dîsa kana xîzê bê çêkirin, şêniyên gund û Dildarên Parastina Xwezaya Dersimê bi boneya sekinandina projeye çûn herêmê. Li herêma Kocakoç Pah a Dêrsimê di sala2015’an de destûr çêkirina kana xîzê hatibû dayîn. Lê Şaredariya DBP’ê, rêxistinên civaka sivîl û gundiyan nerazîbûn nîşan dabûn û proje hatibû rawestandin. Welatî û sazî ji bo projeyê dîsa ketin nava tevgerê. Welatiyên gund ên li herêmê dijîn û Dilarên Parastina Xwezaya Dêrsimê têkildarî mijarê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku makîneyên kar birine herêmê û ji nû ve dest bi kar kirine.    Di daxuyaniyê de hat xwestin ku hemû derdorên hestiyar li dijî vê komkujiya xwezayê derbikeve û piştgiriyê bide welatiyên herêmê.    Gundî ji bo li dijî çêkirina kana xîzê derbikeve diçin herêmê.