Ji ber HES'ê bi tonan masiyên deqsor mirin 2021-01-14 09:06:55 WAN - Ji ber HES'a li Çemê Sortkînê gelek masî mirin. Derbarê rawestandina HES'a ku bandorek nebaş li çandinî û sewalvaniyê jî dike, doz hat kirin.    Li Çemê Sortkîn ê navçeya Şax a Wanê, Santrala Hîdroelektrîkê (HES) a ku hatibû avakirin, di Mijdara 2020'an de dest bi kar kiribû. Lê êdî bi awayekî aşkere dixuyê ku HES'a navborî bandorek nebaş li xwezayê û zindiyan dike. Piştî ku HES ket meriyetê ava çem kêm bû û ji ber vê masî dimirin. Wexta av kêm dibe bi tonan masiyên deqsor dimirin.    LI DIJÎ HES'Ê    Di 3'yê Çileyê av hatibû birîn û ji ber vê gelek masî miribûn. Piştî vê Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Wanê û Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Navçeyê ya Şaxê li tesîsê lêkolîn kirin. Li gor zabitnameya midûriyetan, sedema mirine masiyan kêmbûna avê û kêmbûna oksîjenê ye. Di zabinameyê de hatiye diyarkirin ku ji ber vê masî ketine stresê û mirine. Xwediyê tesîsa masiyan Orhan Dûrmûş jî gilî kir. Dûrmûş xwest HES bê rawestandin û doza tazmînatê kir.    Ji xeynî mirina masiyan, HES'ê bandoreke nebaş li çandinî û sewalvaniya herêmê jî kiriye. Ji ber kêmbûna avê, erd û zeviyên li mezrika Elmali ya Taxa Işikliyê nayên avdan û her wiha şêniyên taxê nikarin baş avê bidin heywanên xwe.    BANDORA WÊ YA LI ÇANDINIYÊ    Şêniyê mezrikê Mûsa Elîtaş, destnîşan kir ku HES kuliyen zirar e. Elîtaş, anî ziman ku ji ber ku av çem kêm dibe masiyên deqsor dimirin û berê heywanên wan ava çem vedixwarin, lê belê niha nikarin. Elîtaş, da zanîn ku di bin bendava HES'ê de 4 donim erdê wî heye û got: "Av nayê nav erdê me. Min serî li gelek ciyan da, lê avê andin. Du sal in tu berî ranakim. Min zebze diçand, lê niha nikarim."    Elîtaş, bilêv kir ku 150 pezên wî hebûn û got: "Lê ji ber ku min nikaribû wan xwedî bike, min giş firotin. Dibêjin 'em ê avê bidin', lê nadin."    MASÎ DIKEVIN STRESÊ    Tayyîp Balka ku tesîsa masiyan bi rê ve dibe, anî ziman ku saetê carekê avê bera çem didin û ev yek kiriye ku ava hawizan kêm bibe û bibe sedema mirina masiyan. Balka got: "Gava me masiyên mirin birin zanîngehê, em pê hesiyan ku gava av tê kêmkirin masî dikevin stresê. Li Xarpêtê endezyarê berên avê, ev masî vekolandin û got, heger av tim bê kêmkirin û bê zêdekirin wê rewş wiha be. Masî dikevin stresê û ji ber vê dimirin."    5 TON MASÎ MIRIN    Balka, da zanîn ku heya niha 3 ton masî mirine û ji bo masiyan bi xelasiyê bixin bi milyon û 300 TL'yî derman kirîne, lê dîsa jî mirine. Balka, destnîşan kir ku bi 70 hezar TL'yî xisiriye û got: "Em jî nizanin em ê çi bikin. Heger em dev ji vî karî berdin, wekî din kar tuneye. Em dev jê bernedin, em ê bixisrin. Mecbûr ez ê dev jê berdim. Hevalekî me ji ber ku xisiriye serî li dadgehê da. Ew bêtir xisirîbû. Heger bi ser bikeve, wê ji bo min jî bibe emsal."    Balka, da zanîn ku ji roja ku HES çêbûye û av şolî bûye 5 ton masî mirine. Balka, bilêv kir ku kesên ku îtiraz dikirin, qeymeqamê berê ew bi "fesadî" û "kustexiyê" tawanbar dikirin. Balka, destnîşan kir ku ji ber ku baweriya wan b kesî nayê serî li cihekî nedane.    MA / Tolga Guney - Mujdat Can