ŞIRNEX - Mehmet Başkurt ê ku 16 sal in bernameya Dengê Botan pêşkeş dike, diyar kir ku bername ji bo Kurdistanê arşiv û hafizeyek e.
Bernameya Dengê Botan ku her hefte rojên duşeman di Stêrk TV'yê de tê weşandin, 16 sal in dibe dengê Kurdistanê. Bernameya Dengê Botan ku li gelek bajarên Botanê ligel xwezayê dîrok û çanda herêmê dide der, di sala 2010'an de ewilî di Dicle TV'yê de hat weşandin. Di Dicle TV'yê de 270 hefte hat weşandin û paşê di Jiyan TV'yê de 100 hefte hat weşandin. Bername ku di Gun TV'yê de jî 55 hefte hat weşandin, 7 sal in jî di Stêrk TV'yê de tê weşandin. Heya niha di Stêrk TV'yê de 450 hefte hatiye weşandin.
Pêşkeşvan Mehmet Başkurt (48) behsa awayê derketina holê ya bernameyê û guherînên li Kurdistanê vegot.
Başkûrt ku behsa çîroka avakirina bernameya "Dengê Botan" kir, got: "Dema ez heft salî bûm, bavê min hat girtin. Di sala 1985'an de, ez û dayika xwe ji bo serdana wî diçûn girtîgeha Amedê. Wê demê, axaftina bi Kurdî ligel girtiyan qedexe bû. Leşkeran li min dan, tenê ji ber ku min bi Kurdî bang li bavê xwe kiribû û gotibû 'Bavo'. Ew bûyer di kûrahiya dilê min de şopek hişt; di min de daxwaza vegotina çîroka Kurdistanê bi zimanê Kurdî şiyar kir. Ev yek ji bo min veguherî hesreteke kûr. Di sala 2010'an de, tîmeke ku ji bo kanala nû ya Dicle TV hatibû Cizîrê, wekî mêvan hatin mala me. Wan got ku ew ê bernameyeke "dengbêjiyê" amade bikin û ji min xwestin ku ez bibim pêşkêşvanê wê. Wê gavê, bûyera sala 1985'an hat bîra min û min hîs kir ku dibe ev derfetek be ji bo bidawîanîna wê hesretê. Min qebûl kir û min dengbêjê rehmetî Salihê Şirnexî kir mêvan û me beşa yekem tomar kir. Wê demê, navê bernameyê "Dengê Herêma Botan" bû."
‘EM GAV BI GAV LI BOTANÊ GERIYAN'
Başkûrt, anî ziman ku bername di salên xwe yên destpêkê de di bin şert û mercên zehmet û tengasiyên mezin de hatiye amadekirin û got: "Çavkaniyên me kêm bûn. Pêdiviya me bi kasetan hebû, lê pereyê me ji bo kirîna wan tunebû. Heta dîtina sotemeniyê ji bo çûna derveyî navçeyê ya ji bo bernameyê jî karekî zehmet bû. Rewşa min a aborî jî nebaş bû. Me karîbû beşa yekem tenê piştî zehmetiyên mezin amade bikin. Piştî weşandina wê beşa yekem, ez hatim naskirin. Paşê, me dest bi ger û geştan li seranserê Kurdistanê kir. Di wan 16 salan de min gelek tişt dîtin; em çûn zozanên Kurdistanê û serdana gundên ku hatibûn şewitandin kir. Li ku derê bûma jî, tevî kêmbûna derfetan, me bi alîkariya xelkê herêmê bername amade dikir. Di dema qedexeyên derketina derve yên serdema xweseriyê li Cizîrê de, me serdana wan jêrzemînên ku hatibûn şewitandin kir û bûyerên ku li wir qewimîbûn, tomar kirin. Ji ber vê yekê, ez du sal û pênc mehan di girtîgehê de mam. Tevî hemû zehmetiyan, piştî berdana xwe ya ji girtîgehê, min bernameyê domand."
Başkûrt, bandora bernameyê ya li ser civakê kir û wiha got: "Min qet texmîn nedikir ku ew ê ewqas dirêj bidome an jî ewqas were hezkirin. Dema me beşa yekem dikişand, ez ji vê yekê haydar nebûm. Bername 16 sal in li ser ekranê ye û me piraniya wê li Botanê kişand. Botan ji bo Kurdistanê navendeke girîng e. Ji bilî Kurdistanê bi xwe, me li her cihê ku xelkê Kurdistanê lê dijiyan jî kişandin kirin. Ew beşa ku herî zêde bandor li min kir, li Edeneyê hat kişandin. Hevdîtina bi dayikeke ji Qamişloyê re, ya ku li wir di baxçeyekî porteqalan de dixebitî, bandoreke kûr li min kir. Ew 14 sal bûn li Edeneyê dima; dema wê behsa hesreta xwe ya ji bo Qamişloyê dikir, em her du jî giriyan. Di salên 1990'î de li Kurdistanê bi hezaran gund hatin şewitandin. Bi deh hezaran mirovên ji Gabar, Cûdî, Besta û Qilebanê neçar man ku koç bikin. Dema ku ez li van gundên şewitandî bernameyan çêdikim, mirov derfetê dibînin ku careke din gundên xwe bibînin. Gelek dayikên ku li bajarên mezin ên Tirkiyeyê dijîn, dema ez bi wan re dicivim, behsa gundên xwe dikin. Bi rêya vê bernameyê, ev dayik dikarin heta radeyekê jî be, hinekî hesreta xwe sivik bikin."
‘DENGÊ BOTAN BÎR E'
Başkûrt bal kişand ser guhertin û veguherînên ku di van salên dawî de li Kurdistanê pêk hatine û got: "Dema me cara ewil dest bi kişandina bernameyê kir, medyaya sanal ne ewqas berbelav bû. Me bernameyek dikişand û ew tenê piştî sê mehan ji bo weşanê amade dibû. Îro rojê, weşanên zindî rasterast bi rêya telefonên mobîl tên kirin. Ev rewş dibe sedem ku bandora hin tiştan kêm bibe. Wê demê kar biqîmettir bû, ji ber ku çavkanî sînordar bûn û kedeke mezin dihat dayîn; nirxekî bilindtir didan wî karî. Di nava van salan de, me şahidî li wê wêrankariya ekolojîk a ku li Kurdistanê hatiye kirin jî kir. Dengê Botan, hem wekî arşîv hem jî bîr e. Ev bîr ne tenê êş û hêsiran, lê her wiha têkoşîna hatî meşandin û bedewiya Kurdistanê jî dihewîne. Bi parastina vê bîrê, em ê wê ji bo nifşên pêşerojê biparêzin. Di pêvajoya pêş de jî, em ê berdewam bin li ser anîna çîrokan hem yên borî û hem jî yên niha, yên ji Kurdistan û herêma Botanê bo ser ekranê."
MA / Emrûllah Acar