Bernameya 21’ê Sibatê ya Enqere û Konyayê diyar bû

Parve bike:

ENQERE - Li Enqere û Konyayê dê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê çalakî bên lidarxistin. 

 
Komeleya Ziman Çand û Hunerê ya Enqereyê (ANKA-DER), Komeleya Çand û Hunerê ya Başakê û Komeleya Ziman Çand û Hunerê ya li navçeya Kulu ya Konyayê dê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê çalakiyan li dar bixin. 
 
KOMELEYA ÇAND Û HUNERÊ YA ANKAY’Ê 
 
ANKA-DER, dê li Tum Bel-Senê çendek çalakiyan lidar bixe. Di 22’yê Sibatê saet di 15.00’ê de li stranên Kurdî bê guhdarîkirin. Piştre jî dê bi zaravayên Kurdî Kurmancî û Kirmanckî û bi zimanên Gurcî, Lazî û Hemşînî pêşkeşî bên kirin. 
 
KOMELEYA ÇAND HUNERÊ YA BAŞAKÊ
 
Komeleya Çand û Hunerê ya Başakê jî dê di 16’ê Sibatê saet di 19.00’ê de li Navenda Çandê ya Necîp Fazil Kisakurek şanoya Kurdî, helbest, muzîk û gotûbêja bi Kurdî li dar bixe. Li gel Dayikên Aştiyê, her wiha dê Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Cemîle Turhalli jî tev li bibin. 
 
ÇALAKIYA KON KULTUR’Ê 
 
KON KULTUR ku li Kuluyê xebatên xwe dike jî dê li avahiya komeleyê fîlmê Kurdî pêşan bide. Çalakî dê di 21’ê Sibatê de saet di 20.00’ê de bê lidarxistin.