Serlêdanên Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê dê heta 20'ê Tîrmehê bidomin
Serlêdanên Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê dê heta 20'ê Tîrmehê bidomin

Serlêdanên ji bo 10'emîn Festîvala Belgefîlman a FilmAmedê ku dê îsal pêk bê, di 20'ê Tîrmehê de diqedin. Koordînatora Festîvalê Rojhilat Aksoyê bang li derhênerên ciwan, hezkiriyên sînemayê û raya giştî kir.

Ji wezaretê festîvala 'asîmlasyonê' ya 800 milyon TL'yî
Ji wezaretê festîvala 'asîmlasyonê' ya 800 milyon TL'yî

Ji bo aliyên teknîkî û lojîstîkî yên "festîvala çandê" ya ku dê li Wanê bi budçeyeke nêzîkî 800 mîlyon TL'yî bê lidarxistin, îhale ji ajanseke alîgir re hatiye dayîn. Her wiha di bernameyê de tu çalakiyên ku çanda bajêr nîşan didin tune ne û hunermendên Kurd nehatine vexwandin.

Ji bo zarokan atolyeya Kirmanckî
Ji bo zarokan atolyeya Kirmanckî

DAD'ê ji bo zarokan atolyeya Kirmanckî da destpêkirin ku armanca wê zindîhiştina Kirmançkî û veguhastina wê bo nifşên pêşerojê ye. Hasan Alî Kiliç ê ku atolyeyê bi rê ve dibe, got: "Tiştê ku divê em bikin ew e ku em vê mîrateyê ji zarokên xwe re bihêlin."

'Divê statuya Kurdî xaleke sereke ya muzakereyê be'
'Divê statuya Kurdî xaleke sereke ya muzakereyê be'

Çalakvanê ziman Muhittin Altin ku piştî dêya wî tê serdana wî ya li girtîgehê û pirsa "Te zimanê xwe ji bîr kiriye, ma mirov zimanê xwe ji bîr dike?" jê dike bala xwe dide ser xebatên ziman, diyar kir ku statuya Kurdî divê yek ji mijarên sereke yên danûstandinên di vê pêvajoyê de be.

Restorekirina Birca Belekê hê jî nehatiye temamkirin!
Restorekirina Birca Belekê hê jî nehatiye temamkirin!

Karê restorekirina Birca Belek a 6 hezar salî ku ji dema Împeratoriya Gutiyan maye, 4 sal in nehatiye temamkirin.

Atolyeya Muzîkê ya Gerok bi rê ket
Atolyeya Muzîkê ya Gerok bi rê ket

Atolyeya Muzîkê ya Gerok a ku ji aliyê Konservatuvara Bajêr a Aram Tîgran a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê rêvebirin, li Gundê Reşkanê ya Farqînê dest pê kir.

Biryarên Komxebata Sînemaya Kurdî hat aşkerakirin
Biryarên Komxebata Sînemaya Kurdî hat aşkerakirin

Di encamnameya Komxebata Sînameya Kurdî de hat diyarkirin ku Înîsiyatîfa Sînemagerên Kurd hatî damezirandin û ev tişt hat destnîşankirin: “Ji bo domdarî û xurtkirina kar û xebatên sînemayê rêxistineka xurt a ku wekhevîya zayendî, ji hêla bi rêvebirin û biryardayinê demokratîkbûnê diparêze pêwîst e.”

Derhêner Altay: Em dikarin sînamaya Kurdîstanî ava bikin
Derhêner Altay: Em dikarin sînamaya Kurdîstanî ava bikin

Derhêner Veysî Altay diyar kir kir ku Înîsiyatîfa Sînamegerên Kurd dê bibe berdevka sînamaya Kurd a Bakur û got: “Em dikarin sînamayek Kurd û Kurdistanî ava bikin.”

Du xelat ji bo fîlma "Jin" hat dayîn
Du xelat ji bo fîlma "Jin" hat dayîn

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Birminghamê ku li Îngilîstanê tê lidarxistin, fîlma ‘Jin’ hêjayî du xelatan dît.

Sînamegerên Kurd: Pirsgirêk hene lêbelê îradeya me ya çareseriyê jî heye
Sînamegerên Kurd: Pirsgirêk hene lêbelê îradeya me ya çareseriyê jî heye

Kedkarên sînamaya Kurd ên ku li Amedê li hev civiyan, anîn ziman ku bi têkoşîna kolektîf derfetên nû derketine holê û gotin: “Pirsgirêk hene lêbelê îradeya me ya çareseriyê jî heye.”

Kêko Urmiye: Şanogerî her dem bi Kurdî xweş e
Kêko Urmiye: Şanogerî her dem bi Kurdî xweş e

Kêko Urmiye yê ku xebata xwe ya şanoyê ya li Urmiyeyê dest pê kiribû û niha berdewam dike, destnîşan kir ku şano ji bo wî meseleyeke nasname û hebûnê ye û got: “Şanogerî her dem bi Kurdî xweş e.”

ZIMAN-DER armanc dike ku Kurdî bibe her kuçeyeka Colemêrgê
ZIMAN-DER armanc dike ku Kurdî bibe her kuçeyeka Colemêrgê

Li Colemêrgê, saziya ziman ZIMAN-DER ku piştî navbereka 10 salan hat vekirin, xebatên xwe bi lez didomîne. Saziyê di demekê kurt de bawername dan 20 kursiyeran û perwerdeya 40 kursiyerên din jî berdewam dike. ZIMAN-DER armanc dike ku Kurdî bibe her kuçeyeka Colemêrgê.

Banga ji bo statuya Kurdî
Banga ji bo statuya Kurdî

Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî, ji bo Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û xwedî statu banga verastkirinên qanûnî kirin.

Wêjeya Kurdî bi rêya komunan derdikeve kolanan
Wêjeya Kurdî bi rêya komunan derdikeve kolanan

KURDÎWAR a ku li Wanê hat damezrandin, armanc dike ku bi rêya modeleke hilberîna kolektîf, wêjeya Kurdî dîsa tevlî jiyana civakî bike. KURDÎWAR dê bi rêya komûnên ku armanc dike, wêjeyê ji nav çar dîwaran derxîne û bigihîne tax, kolan û gundan.

Ji bo arşîva dengbêjiyê xebat hat destpêkirin
Ji bo arşîva dengbêjiyê xebat hat destpêkirin

Şaredariya Xana Axparê, ji bo qeydên dengbêjiyê û avakirina arşîva berhemên wan, li navçeyê xebat da destpêkirin.

1 2 3 4 5 > Rupel 1 / 201