STENBOL - Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê, dê bi sernavê “Bi Dîplomasiya Neteweya Demokratîk Ber bi Enternasyonalîzmê ve” komxebatekê li dar bixe. Endamê Meclisê Rêzan Kaganarslan diyar kir ku di encama komxebatê de dê “Komîsyona Têkiliyên Derve ya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê” were avakirin.
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), dê di navbera 18-19’ê Tîrmehê de li Enqereyê bi sernavê “Bi Dîplomasiya Neteweya Demokratîk Ber bi Enternasyonalîzmê ve” komxebatekê li dar bixe. Têkildarî naveroka vê komxebatê em bi endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Rêzan Kaganarslan re axivîn.
Kaganarslan destnîşan kir ku ew armanc dikin têkiliyên siyasî û dîplomasiya ciwanan a ku ji Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) heta Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê, bigihînin nasnameyeke sazûmanî û xebateke birêkûpêk û ev tişt got: “Me ev komxebat di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de wekî hewcedariyekê dît.”
‘ME PLANSAZIYA XWE YA SERDEMA NÛ AMEDE KIR’
Kaganarslan anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de sê mijarên bingehîn girtine rojeva xwe û wiha axaftina xwe dewam kir: "Yekemîn ji van; 'Ronesansa Rojhilata Navîn' e ku dê bi avakirina nû ya têkiliyên Kurd-Tirk pêk bibe. Ya duyemîn; avakirin û pêşxistina 'aqilê siyasî yê Kurd' e. Ya sêyemîn jî; avakirina enternasyonalîzmê ye. Me jî wekî ciwan li gorî van sê sernavan, plansaziyên xwe yên serdema nû amade kirin. Di çarçoveya vê plansaziyê de, em pê hesiyan ku di xala ji nû ve avakirina enternasyonalîzmê de hewcedariyeke mezin heye. Lewre îro de gelek mekanîzmayên enternasyonal ên li cîhanê hene, bersivê nadin rojeva çînên bindest, bêtir di nav dîplomasiya di navbera dewletan de asê mane. Em dixwazin bi pêşniyareke nû ya enternasyonal derkevin pêşberî gelên cîhanê."
‘ARMANCA BINGEHÎN AVAKIRINA ENTERNASYONALÊ YE’
Kaganarslan diyar kir ku armanca wan a bingehîn a ji vê komxebatê avakirina tîmeke ku enternasyonalîzmê ava bike û wiha pê de çû: "Xwedîbûna li enternasyonalê îdîayeke mezin û şoreşgerî ye. Divê hûn xwedî binyad û wesfek wiha bin ku karibin vê îdîayê bi cih bînin û pêk bînin. Di vê komxebatê de em ê nîqaş bikin ka enternasyonalîzm dê çawa were avakirin. Helbet xebatên me yên ku bi salan e em dikin hebûn, lê ev xebat hem ji ber şert û mercên tecrîdê hem jî ji ber tengasiyên rêxistinî û îdeolojîk ên di serdemên tundiya dewletê de negihîştin encama ku me dixwest. Lê îro di vê qonaxa ku em gihîştine de, em îdîa dikin ku em dikarin vê yekê li gorî perspektîf û armancên ku Rêberê Gelan rêzdar Ocalan diyar kiriye, pêk bînin."
BERNAMEYA KOMXEBATÊ
Kaganarslan anî ziman ku ew ê di roja yekem a komxebatê de nîqaş bikin ka banga Aştî û Civaka Demokratîk li cîhanê çawa tê dîtin û derbarê bernameyê de ev agahî da: "Di berdewamiya roja yekem a komxebatê de, em ê hinekî din balê bikişînin ser rojeva serdestan. Îro şerekî cîhanê yê ku serdestan pêşkêşî gelên cîhanê û Rojhilata Navîn kirine heye. Şerê cîhanê yê sêyemîn cara yekem ji salên 2011'an û vir ve ji aliyê rêzdar Ocalan ve tê pênasekirin. Em ê sedemên derketina vî şerî, krîza kapîtalîzma fînansê, navendbûna Rojhilata Navîn û aliyên cihêreng ên şerên cîhanê yên 1’emîn û 2’yemîn di warê dem, mekan û aktoran de bi rengekî teorîk nîqaş bikin. Piştî vê nîqaşa teorîk, em ê eniyên heyî yên rojane jî nîqaş bikin. Bi taybetî rewşa heyî ya Şerê Cîhanê yê 3’yemîn ku di sala 2022'yan de bi Ukraynayê re dest pê kir û piştre bi êrişa Hamasê ya 7’ê Cotmehê re ji Îsraîlê belavî Lubnanê, ji wir jî belavî Rojava û Îranê bû, nîqaş bikin.
Di beşa danê nîvro ya roja yekem de, em dixwazin li ser mijara enternasyonalîzm çawa tê avakirin û çawa civakên ku li dora nirxên hevpar ên ku Neteweya Demokratîk destnîşan dike hatine cem hev, nîqaş bikin. Li vir, li dijî polîtîkayên tundiya dewletê ku hewl dide Tevgera Azadiyê tenê bi Kurdistanê re sînordar bike, em plan dikin ku ruhê enternasyonalîzmê yê ku ji destpêka avakirina Tevgerê ve hem di nav damezrînerên wê hem jî di nav polîtîkayên wê de hebû ji nû ve bi bîr bînin û bizaveke hîn bihêztir bikin. Di encama komxebatê de, em ê ji nav beşdaran Komîsyoneke Têkiliyên Derve ya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya xurt ava bikin.”
‘BI DÎPLOMASIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK BER BI ENTERNASYONALÎZMÊ VE’
Kaganarslan bang li hemû ciwanên xwedî ruhê enternasyonal û eleqedarî geşedanên li cîhanê ne kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Di pêvajoya pêş de ku Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê dê giranî bide xebatên enternasyonalîzmê, em bang li hemû ciwanên ku difikirin ku dê bikarin hêzê bidin vê xebatê, keda xwe bidin û di vî warî de zanyariyê hilberînin dikin ku beşdarî vê xebatê bibin. Em dixwazin hevalên me yên ku dixwazin beşdarî vê xebatê bibin bigihin me û di vê pêvajoyê de cih bigirin. Werin em bi hev re ruhê enternasyonalê li Tirkiye û Kurdistanê ji nû ve zindî bikin û bi dîplomasiya neteweya demokratîk bigihin enternasyonalîzmê."
MA / Hêlîn Ozgun