Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Em ê serî netewînin

Parve bike:

STENBOL - Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirina ciwanan a piştî meşa “Gavek ji bo aştiyê” û geriyana malbatên wan da û got: “Dê ciwan û malbatên wan serî li ber gef û polîtîkaya we ya sîxûrkirinê netewînin.” 

 
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Stenbolê, têkildarî binçavkirinên piştî meşa “Gavek ji bo aştiyê” ya li Kadikoy a Stenbolê û bangkirina ciwanan a ji bo îfadeyê, daxuyanî da. Daxuyanî, li pêşiya avahiya rêxistina DEM Partiyê hate dayin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Bijî berxwedana ciwanan”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinarê di daxuyaniyê de diyar kir ku dewlet û îktîdarê heta niha di pêvajoyê de tu gaveke şênber ne avêtine û wiha domand: “Heke li holê muzakereyek hebe divê alî jî hebin. Yek ji van aliyan jî birêz Ocalan e. Heke aştî bibe û statuya qanûnî ya gelê Kurd were naskirin, ev bi diyarkirina statuya birêz Ocalan pêkan e.” 
 
‘HÛN ÇIMA LI DIJÎ DIRÛŞMA BIJÎ SEROK APO NE?’ 
 
Wekîlê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek jî destnîşan kir ku ew li dijî êrişên ser ciwanan civiyane û ev tişt anî ziman: “Polîs sermayeyê diparêze. Herin pêşiya kesên ku li erdnigariya me dixwazin talanê dikin, bendan deynin. Li erdnigariya Kurdistanê polîtîkayek cihê heye. Em dipirsin; li Amed, Wan, Mêrdîn û gelek bajarên din posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin û nehatin qedexekirin. Lê li Stenbolê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qedexe ye. Em vê cihêkariyê qebûl nakin. Em li vir ji polîsên Stenbolê dipirsin; hûn çîma li dijî dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ ne?”
 
Piştre jî endama Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Stenbolê Saîme Sema Çalî daxuyaniya li ser navê ciwanan xwend. Saîme Sema Çaliyê destnîşan kir ku ew li dijî şerê taybet kom bûne û got: “Em dibînin ku desthilat dizane ku dînamîkên civakê jin û ciwan in. Ji bo vê yekê bi taybetî jin û ciwanan dikin hedef. Herî dawî di 16’ê Gulanê de li Kadikoyê meşek hatibû lidarxistin. Piştî meşê polîs li 26 ciwanan geriyane û ji bo îfadeyê gazî wan kirin e. Her wiha polîs li malbatan jî geriyan e. Desthilat dixwaze bi vê polîtîkayê ciwanan û malbatên wan bitirsîne.”
 
‘LI REXEKÎ MUZAKEREYAN DIKIN LI REXA DIN WÊNEYAN QEDEXE DIKIN’ 
 
Saîme Sema Çaliyê diyar kir ku dirûşm û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke hinceta gazîkirina îfadeyê hatine nîşandan û wiha domand: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sermuzekerevanê pêvajoyê ye. Hilgirtina wêneyan û berzkirina dirûşmên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oacalan mafê me yê demokratîk e. Hevalên me ji bo diyarkirina statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî wêrek meşiyan. Li aliyekî Behra Marmarayê li Îmraliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sermuzekerevanê pêvajoyê tê îlankirin lê aliyekî din ê Behra Marmarayê jî li Kadikoyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên qedexekirin. Em dizanin ku dewlet ji bo fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava civakê de belav nebin, polîtîkayên qedexekirinê bi rê ve dibe. Em dibêjin ku em ê li her derî wêne û gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind bikin.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.
 
Piştî daxuyaniyê, ciwanên polîsan gazî wan kiriye ji bo îfadeyê çûn emniyetê.