Ciwan dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin: Pirsên me ji Ocalan hene

Parve bike:
WAN - Ciwanên Wanê diyar kirin ku ew dixwazin rasterast bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û gotin: "Em dixwazin pirsên xwe yên li ser pêvajoyê rasterast ji wî bipirsin."
 
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ve di 27'ê Sibata 2025'an de hat destpêkirin, berdewam dike. Her çend tevgera siyasî ya Kurd di çarçoveya vê pêvajoyê de gavên curbicur avêtine jî, dewletê hîn gavên berbiçav neavêtine. Daxwazên gelê Kurd ên sereke û berbiçav guhertinên qanunî, perwerdehiya bi zimanê dayikê û misogerkirina mafên demokratîk in. Lêbelê, bendewariya herî xurt di nav raya giştî ya Kurd de azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan e. Bi taybetî ciwan daxwaz dikin ku hevdîtinên rasterast bi wî re demildest werin dayîn da ku pêvajo pêşve biçe.
 
Ciwanên Wanê daxwaza xwe ya hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re anîn ziman û pirsên ku dixwazin ji wî bipirsin û fikarên xwe yên li ser pêvajoyê bi Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) re parve kirin.
 
'EM DIXWAZIN RÊBERÊ XWE BIBÎNIN'
 
Ji ciwanan Ozgur Aytekin (22) diyar kir ku divê dewlet jî bi berpirsyarî tevlî pêvajoyê bibe û pêvajo ne tenê bi aliyekî ve bê meşandin û wiha axivî: "Dema ku mirov li felsefeya Serokatî dinêre mirov dibine ku Serokatî pirsek di hişê me de nehiştiye. Ji ber ku her tiştekî re bûye bersiv. Bi felsefeya xwe, bi terzê xwe, bi sekna xwe û bi nêzikatiya xwe ji her pirseke me re bûye bersiv. Ji ber wê jî tenê daxwaziyeke ciwanan heye; em dixwazîn serokatî bibinin û di rojên azad de bi hevre bûn. Bi hevre em bi wî re hemû kolanên Kurdistanê bigerîn. Tenê daxwaz û armanca me ev e. Her wiha ji bo banga Civaka Aşitî û Demokratîk jî dixwazim bibêjim ku em pêvajoyeke pir cidî de derbas dibin. Berpirsyariyên gel pir zêde ne. Divê ku em her tiştekî li ser milê serokatî nehêlîn. Pêwîste ku ciwan jî gel jî hemû bi hevre piştgiriyê bidin vê pêvajoyê û ji vê pêvajoyê re bibin bersiv. Ji ber ku ev pêvajoye ne tenê destê yek kesekî de ye. Ev destê gelê me hemûyan de ye. Ji bo ku ev pêvajoye biserbikeve pêwîste ku gel hemû piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Em çiqas xebatên xwe xurt bikin em ê ewqasî bi ser bikevîn. Ev pêvajoye ne pêvajoya rûniştinê ye, yan jî sekinandinê ye û yan jî bi hêviya hin tiştan mayinê ye. Ev pêvajoye pêvajoya xebat meşandinê ye û xwe bi xurtkirinê ye. Em çiqas hewledayinên xwe xurt bikin em ê ewqas bi serbikevîn. Divê ku dewlet jî hin gavan biavêje. Ji ber ku her tim bi yek alî gav avêtin nabe. Ji bo girtiyên nexweş û her wiha ji bo naskirina zimanê dayikê perwerdehî bê dayin." 
 
'XEYALA MIN DÎTINA WÎ YE'
 
Milazim Kurt (27) jî bi lêv kir ku ew baweriya xwe bi dewletê nayinin, lêbelê bi Abdullah Ocalan bi bawer in û got: "Serokatî weke tavê di destê me de ye. Lêbelê em wî fêm nakin. Serokatî ji me hemûyan baştir dibîne û dizane. Hemû xeyalê me ew e ku em serokatî bibinin. Pêvajoya ku hatiye destpêkirin hinekî şolî ye û ne zelal e. Dewletê pêngavek neavêtiye. Rêxistinê çek berdan û hêzên xwe ji bakur vekişandin. Lêbelê dewletê heta niha hem ji bo girtiyên siyasî yên nexweş nekiriye. Ev hevale nayên berdan. Her wiha li Wanê di her çalakiyeke demokratik a gel de mudexele dikin. Em vê dilsoz nabînin. Lê serokatî çi bibêje ew e. Hêviya me ew e ku em îsal seroke azad bibinin. Ev têra hemû tiştî heye. Dema ku ev çêbû em bawer dikin ku her tiştek jî dê çêbibe. Dewlet nêçar ma û ji ber wê gav avêt. Qedera vê pergalê dê gelê kurd diyar bike. Vê yekê ew jî dizanin. Lêbelê li gorî min dewlet di vê pêvajoyê de ne dilsoz e. Abdullah Ocalan niha li hemberî min buya min nedikarî pirsek jê bikima. Em bi hêvî ne ku em ê îsal azadiya wî bibinin. Kurdistaneke bê serok em naxwazîn."
 
'DIKARE PÊVAJOYÊ BI TENA SERÊ XWE BIMEŞÎNE?'
 
Ji ciwanan Aras Uras (18) jî anî ziman ku heke ku Abdullah Ocalan li hemberî wî bûya û em bipeyiviyana ew ê pirs bikiya ku çawa bi tena serê xwe pêvajoyê dimeşîne û got: "Ji bo me cihê xemginiyê  ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hîn jî di girtîgehê de ye. Ger Abdullah Ocalan li hemberî min bûya û em bipeyiviyana, pirsa ku ez dixwazim jê bipirsim ev e: Gelo ew dikare vê pêvajoyê bi tena serê xwe birêve bibe? Ez dixwazim vê pirsê jê bipirsim ji ber ku ev ne tiştek e ku kesek bi tena serê xwe dikare bi ser bikeve; ew berpirsiyariyek mezin hewce dike. Çima wî ev pêvajo dest pê kir, çima wî hewcedariya wê hîs kir? Ez meraq dikim. Ew kesek e ku ji bo gelê Kurd gelek şer kiriye. Û ew ji bo me kesek pir hêja ye. Em baweriya xwe pê tînin û bawer dikin ku ew ê vê pêvajoyê bigihîne serkeftinê. Em heta dawiyê baweriya xwe pê tînin û em li pişt wî ne, em piştgiriyê didin wî. Em bawer dikin ku ew ê vê pêvajoyê bidomîne û ew ê serkeftinê bi dest bixe.
 
'EM JI OCALAN BI BAWER IN'
 
Casim Kapalan (25) ji daxwaza dîtina Abdullah Ocalan kir û got: "Bila aştî hebe, bila azadî hebe. Bila niha Abdullah Ocalan û Selahattin Demirtaş serbest berdin. Ez di vê pêvajoyê de ji dewletê bawer nakim. Em ji Abdullah Ocalan bawer dikin, ne ji wan. Lê eger em bikaribin bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin, ez dixwazim jê bipirsim, 'Tu ji dewletê bawer dikî?' Em ji Abdullah Öcalan bawer dikin û çi dibêje ew e. Em çi dibêje dikin. Ez pir dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikim."
 
'EW FÎLOZOFEKE MEZIN E, DIXWAZIN PIRSAN BIPIRSÎN'
 
Ji ciwanan Bariş Demir (25) jî  got ku ew dixwazin êdî Ocalan di nav xwe de bibinin û ev tişt got: "Bê guman, di vê pêvajoyê de di hişê me de pirs hene. Em dixwazin ku ev pêvajo bigihîje armanca xwe, em aştiyê dixwazin. Em dixwazin ciwan çekên xwe deynin û beşdarî siyasetê bibin. Lê ez dixwazim ji her du aliyan bipirsim, çima ev pêvajo berî ewqas mirinan dest pê nekir? Abdullah Ocalan fîlozofekî mezin e, ji ber vê yekê em dixwazin rû bi rû bi wî re hevdîtin bikin, pirsan jê bipirsin. Em dixwazin bi wî re sohbetek bikin."
 
'DIXWAZIM OCALAN Û ERDOGAN GUHDAR BIKIM'
 
Musap Akyel (18) jî bi lêv kir ku ew heta dawiyê piştgiriyê didin vê pêvajoyê û got: "Ez wekî ciwanekî piştgiriyê didim vê pêvajoyê. Em ciwan li dijî şer in. Em dixwazin bûyerên li Wanê û deverên din bi dawî bibin. Ger ez bikaribim bi Abdullah Öcalan re hevdîtin bikim, ez dixwazim bersiva pirsa 'Çima li dijî dewletê şer kir, çawa şer kir?' ji wî bibihîzim. Ji ber ku ev tiştê ku ez herî zêde meraq dikim e. Ew kesek e ku bi salan e şer dike, me guh da her kesî, ez dixwazim guh bidim wî û Erdogan jî."
 
MA / Zeynep Durgut