34 penaber li Deryaya Spî xeniqîn

  • cîhan
  • 19:58 12 Hezîran 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Komeke penaber ku dixwest di ser Deryaya Spî re biçe Ewrûpayê noqî deryayê bûn. 34 penaber di nava pêlên deryayê de xeniqîn.
 
Li peravên Kerkennahê ya Tûnisê keştiyek ku tê de penaber hebûn, noqî avê bû. Li gorî agahiyan, piraniya koçberên di keştiyê de li peravê bajarê Safakesê noq bûyî jin û zarok in. Yek ji rayedarê bajarê Safakesê Mûrad Turkî ragihand ku heta niha wan xwe gihandiye cenazeyê 12 kesan. Sêşemê jî cenazeyê 22 kesan hatibû dîtin. Diyar bû, yên ku xeniqîne 23 jê jin, 2 jê zarok in.
Tê gotin di keştiyê de 53 kes hebûn û piraniya van kesan ji welatên Efrîkaya Biniya Sehrayê ne.