Bav sê zarokên xwe fetisandin

  • cîhan
  • 11:00 11 Hezîran 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYA - Li Şamê, bav ji ber xizanî û birçîbûnê 3 zarokê xwe fetisandin. 
 
Di 10'ê hizêrana 2020'an de li paytexta Şamê ya Sûriyeyê bav ji ber xizanî û birçîbûnê 3 zarokên xwe fetisandin. Bav du caran zarokên xwe jahrînî kir, lê nemrin. Lê cara din bi awayekî hovîtî zarokên xwe fetisandin. Piştî rayedarên hikûmeta Şamê agahdar bû 3 zarok şandin nexweşxaneya Miwasatê dayik û bav binçavkirin. Hat hînbûn ku zarokên hatin kuştin Evin Qetir Neda a 4 salî, Mihemed ê 2 salî û Yezen ê 1 salî ye. Bav Ehemed û Dayik Xezel, ewil tawanbarî red kirin û gotin zarok zik êşî ketine û ew bi sedema mirina wan nizanin. Piştî bijîşkan lêkolîn kir û otopsi kirin, fêr bûn ku zarok û hatine xeniqandin. Piştî ku hikûmetê zor li dayik û bav kir ku rastiyê bêjin hat fêrbûn ku bav ji ber xizanî û birçîbûnê zarokên xwe xeniqandine.