WHO ’yê hişyar kir: Hê ji qedandina şewbê re maye

  • cîhan
  • 11:23 9 Hezîran 2020
  • |
img

ENQERE – Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO)  Tedros Adhanom Ghebreyesûs, ji bo vîrûsa koronayê hişyarî da û diyar kir ku di asta kadî de şewba koronayê ber bi rewşeke ne baş ve diçe.

Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesûs, li navenda wan a giştî ya li Cenevreyê, bi video konferansê civîneke çapameniyê li dar xist. Ghebreyesûs, bi bîr xist ku li dijî vîrûsa koronayê gelek welatan bergiriyên xwe sist kirine û û hişyariya ku di asta kadî de şewba koronayê ber bi rewşeke ne baş ve diçe kir. Ghebreyesûs, diyar kir ku li seranserê dinyayê hejmara weqayên vîrûsa koronayê 7 milyonî derbas kiriye û zêdetirî 400 hezar kes jî pê jiyana xwe ji dest dane û ev tişt got: “Bi başbûna rewşa li Ewropayê re weke kadî rewş ne baş dibe.”
 
HÊ ZÊDETIR HEWLDAN
 
Ghebreyesûs, da zanîn ku ji 6 mehan zêdetire vîrûs didome û ev tişt anî ziman: “Hê jî ne dema ku welat dev ji bergiriyên vîrûsa koronayê berdin nehatiye. Em bang dikin ku her welat ji bo kontrolkirina vîrûsê hê zêdetir bikevin nav hewldanan.”