Yîgît: Dibe ku hêzên hewayî yên Tirkiyê û Rûsya rûbirû bimînin

  • cîhan
  • 09:55 9 Hezîran 2020
img

STENBOL - Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît îdia kir ku dibe Tirkiye û Rûsya di hêza hewayî de li qada hewayî ya Sûriyê rûbirû bimînin.

Pispora Rojhilata Navîn û nivîskar Hamîde Yîgît geşedanên dawî yên li Sûriyê û Lîbyayê nirxand.
 
Yîgît da zanîn ku piştî peymana li Moskovayê hatiye îmzekirin û jê vir ve rageşiya li Idlibê li ber çavan tê xuyakirin û lê ev rageşiya ne gihîştiye wê asta TSK’ê û artêşa Sûriyê ya li Sûriyê ku di meha asibatê de hatibûn hember hev. Yigît anî ziman ku ew tansiyonên lokal ên li herêmê didomin amadekarîbûnek cidî dide nîşandan.
 
‘HER DU ALÎ JÎ XWE JI BO ŞER AMADE DIKIN’
 
Yîgît diyar kir ku piştî Tirkiyê li Lîbya UMH destek kiriye Rûsya jî bêtir piştevaniyê dê bide hêzên hewayî yên hikumeta Sûriyê. Yigît dazanîn ku amadekariyên operasyonê bi piştevaniyek zêde ya Rûsyayê didome û got: “Çawa ku rojek berê şûn ve Rûsya piştevaniya hewayî kir û me li qadê bersiva wê dît. Piştî vê piştevaniya Rûsya, Hêzên Hewayî yên Sûriyê li çoltera bakurên Idlib û Lazkiye û çoltera Hemayê dest bi bombebarankirina kozikên cîhatperestan kir. Di vê navberê de me sewqiya giran a Tirkiyê jî dît. Wezîrê Parastina Tirkiyê du caran çû sînorê herêma Hatayê û kontrol kir. Yanî ji her dua liyan ve jî ji bo şer amadekariyên wan giran û cidî hene.”
 
‘TIRKIYE Û RÛSYA WÊ LI DIJÎ HEV DERKEVIN’
 
Yîgît destnîşan kir ku Tirkiyê bi veguhestina pergala parastina hewayî ya ji bo Idlibê adeta li wir hêzek biçûk a hewayî ava kiriye û got: “Lê belê li gel vê yekê jî Hêzên Hewayî yên Sûriyê bi tu astengiyan re rûbirû nemane û baregehên cîhadperestan bombebaran dikin. Loma her kes di amadebûnê de disekine. Mihtemel heye ku li ser dîrektîfên Tirkiyê komên cîhadperest ên li wir vê herêmê wek herêma leşkerî îlan kirine. Hemû aliyan amadekariyên şer kirine. Dibe ku Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) raste rast nekeve şerekî lê belê bi parastinek hewayî ya cidî ji hewa ve cîhadperestan biparêz e. Yanî vê amadekariya parastina cîhadperestan dike. Ji Tirkiyê tê xwestin ew cîhadperest werin tasfiyekirin, heke wisa neyên tasfiyekirin jî dê artêşa Sûriyê bi piştevaniya Rûsya wan tasfiye bike. Tirkiye dixwaze pergalek parastinê ji wan re ava bike. Em nizanin wê Tirkiye raste rast bikeve pevçûnan lê bele li qada hewayî wê hêzên Tirkiye û Rûsya rûbirû bimînin. Çimkî wisa xuya dike.”
 
‘TIRKIYE DIXWAZE HER DOSYE DI DESTÊ WÊ DE BIN’
 
Yîgît diyar kir ku Tirkiye dixwaze dosyeya Idlib û Lîbyayê bi hev re di destê xwe de bigire lê belê Rûsya jî dixwaze her du dosyeyan di destê xwe de bigire û dixwaze li dijî Tirkiyê pozîsyona xwe zelal bike. Yîgît got tenê ne ji bo Idlibê di heman demê wek din jî xwe hev kişandinek ya Tirkiye û Rûsya heye.
 
MA / Ferhat Çelîk