Serokwezîrê Ermenistanê: Biryara Amerîka ya qirkirinê serkeftina heqîqet û edalet e

  • cîhan
  • 13:52 13 Kanûn 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan, qebûlkirina Senatoya Amerîkayê ya Qirkirina Ermeniyan a 1915'an, weke "serkeftina heqîqet û edalet"pênase kir. 
 
Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan, li ser qebûlkirina Senatoya Amerîkayê ya Qirkirina Ermeniyan a 1915'an, li ser hesabê xwe yê Tiwîtterê daxuaniyek da û biryare weke "serkeftina heqîqet û edalet"pênase kir. Serokwezîr Paşînyan, ji ber qebûlkirinê spasiyên xwe pêşkêşî Konngreya Amerîkayê kir û ev tişt got: "Biryar, ji bo bîrdarî û rêzdariya milyon û niv qurbaniyên qirkirina yekemîn a Sedsala 21'emîn, pêngaveke wêrek e."