Tirkiye beriya Civîna Bilind a NATO'yê peyam dan

  • cîhan
  • 14:37 2 Kanûn 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Civîna Bilind a NATO'yê sibê li paytexta Îngilistan Londonê dest pê dike. Beriya civînê Serokê Ragihandinê yê Serokkomariyê Fahrettîn Altûn, diyar kir ku Tirkiye berdewamiya xwe ya "parçeyeke jiyanê" ya ji bo tifaqa NATO'yê didomîne. Her wiha hat ragihandin ku Pûtîn û Erdogan destpêka Çileya 2020'an ji bo sewqiyata S-400'an bên gel hev. 

Civîna Bilind a NATO'yê ku di salvegera 70'emîn a avakirina xwe de li hev kom bibe, sibê li paytexta Îngilistan Londonê dest pê dike. Civîna ku di navbera 3-4'ê Mijdarê de bidome, Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron, Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, Serokwezîrê Îngilistanê Borîs Johnson jî di nav de gelek lîderê beşdarî civînê bibin. 
 
Daxuyaniya Macron a 'mirina mêjî' ya ji bo NATO'yê, rexneyên tund ên Trump ên ji bo welatên Ewropa û kirîna Tirkiyeyê ya S-400'an dê di civînê de mijarên sereke bin. Dîsa planên Tirkiyeyê yên ji bo ewlehiya welatên Baltik û Polonyayê bên nirxandin. Niqaşa sereke ya di nav tifaqê de redkirina Tirkiyeyê ya Plana Parastinê ya NATO'yê ya ji bo welatên Baltik û Polonyayê ye. Tirkiye, ji ber ku Amerîka ji di nav de 8 welatan destûr nedan Tirkiye plana xwe ya ku YPG'ê têde weke gef nirxandibû aşkera bike, biryareke bi rengî girtibû. 
 
Beriya civînê ji aliyê Tirkiyeyê daxuyaniyên balkêş hatin dayîn. Serokê Ragihandinê yê Serokkomariyê Fahrettîn Altûn, diyar kir ku Tirkiye berdewamiya xwe ya "parçeyeke jiyanê" ya ji bo tifaqa NATO'yê didomîne. Endamê Lîjneya Polîtîkayên Derve û Ewlehiyê yê Serokkomariyê Îsmaîl Safî jî diyar kir ku Serokdewletê Rûsyayê Vilademît Pûtîn û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan destpêka Çileya 2020'an ji bo sewqiyata S-400'an bên gel hev.