Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: Di çalakiyên li Îranê de 143 kes hatin kuştin

  • cîhan
  • 11:04 26 Mijdar 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Efûyê ya Navdewletî, têkildarî çalakiyên gel ên li Îranê li dijî zema benzînê pêş ketin, diyar kir ku di çalakiyan de herî kêm 143 kes hatin kuştin. 
 
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî têkildarî çalakiyên li Îranê ku li dijî zema benzînê pêş ketin de daxuyanî da. Rêxistinê diyar kir ku di çalakiyên li Îranê de herî kêm 143 kesan jiyana xwe ji dest dan. Efûyê da zanîn ku kesên hatin kuştin piraniya wan bi çekan hatine kuştin. Rêxistinê da zanîn ku bawer dikin hêjmara kuştiyan zêdetir e û lêkolina wan didomin.