Hikûmeta Sûriyeyê ji ber êrîşên Tirkiyeyê ji hevdîtinan vekişiya

  • cîhan
  • 10:45 26 Mijdar 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hikûmeta Sûriyeyê, ji ber êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hevdîtinên Komîteya Destûra Bingehîn vekişiya. 
 
Di civînên Komîteya Destûra Bingehîn ku careke din dest pê kirin de Serokê Heyeta Hikûmeta Sûriyeyê Ahmad Kûzbarî, daxwaz kir ku êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên şermezarkirin. Di civîna ku êrîşên dagirkeriyê lê bûn rojev de Hikûmeta Sûriyeyê diyar kir ku heke li dijî dagirkeriyê helwesteke hevpar tunebe, nabe û civînê terk kir.
 
Hevdîtinên Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê ku di 30'ê Cotmehê de di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de dest pê kirin, piştî navberdayinekê, duh li Buroya Cenevreyê ya NY'ê yê careke din dest pê kirin. Lîjneya nivîsandinê ya komîteya destûra bingehîn ku ji hikûmet 15, 'muxalîf' 15 û rêxistinên sivîl 15 bi giştî ji 45 kesan pêk tê li hev kom bû. Serokatiya civînê jî Nûnerê Taybet ê NY'yê yê Sûriyeyê Geir Pedersen kir. Di civîna ku jiş çapameniyê re girtî pêk hat de 'muxalîfan' bal kişand ser êrîşên rejîmê yên li ser Îdlibê.
 
REJÎMÊ 3 XALAN PÊŞKÊŞ KIR
 
Serokê Heyeta Hikûmeta Sûriyeyê Ahmad Kûzbarî, bi şertê qebûlkirinê xalên nû rojevê pêşkêşî komîteyê kir. Kûzbarî, ji bo berdewamkirina xebatên komîteyê ev 3 xal pêşkêşî komîteyê kir: "Di nav xaka Sûriyeyê de li dijî terorîzmê têkoşîn bê dayîn, danekirinên li dijî Sûriyeyê bên rakirin û êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên şermezarkirin û helwesteke hevpar bê nîşandan."
 
HEKE 3 XALA NEYÊN QEBÛLKIRIN...
 
Kûzbarî, destnîşan kir ku her sê xal jî ji bo serxwebûn, serwerî û parastina yekparebûnê ne û di asta neteweyî de ne û ev tişt got: "Heke ev komîte, van xalên ku li gorî berjewendiyên gelên Sûriyeyê ne qebûl neke, em ê li vir beralîkirina hêzên derve bibînin." Kûrbazî ev pirs jî li rayedarên NY'yê kir: "Heke li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê helwesteke hevpar neyê nîşandan û ev dagirkerî neraweste, şertê bingehîn ê hevdîtinên destûra bingehîn yekparebûn û srxwebûna xaka Sûriyeyê çawa bê parastin?" 
 
REJÎMÊ MESEYÊ TERK KIR
 
Ji ber ku her 3 xal ji aliyê 'muxalîfan' nehatin qebûlkirin, heyeta rejîmê ku Ahmad Kûzbarî serokatiya wê dike û ji 15 kesan pêk tê, ji hevdîtinan vekişiya û derbasî otela ku lê dimînin bû.
 
Ji aliyê NY'yê ve têkidlarî aqûbeta hevdîtinan tu daxuyanî nehat dayîn, lê hat hînbûn ku Nûnerê Taybet Pedersin, ji bo vegera ser meseyê helw dide Heyeta Rejîmê qanih bike.
 
PEDERSEN HIŞYAR KIRIBÛ 
 
Pedersin, beriya çend rojan diyar kiribû ku êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê li pêşiya pêvajoyê asteng in.