Rûsya: Bi êrîşa Tirkiyeyê re endamên DAIŞ'ê reviyane

  • cîhan
  • 13:33 22 Mijdar 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Oleg Siromolotov, diyar kir ku bi êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sedan endamên DAIŞ'ê reviyane û hêza xwe carele din komî ser hev kirine. 

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Oleg Siromolotov, têkildarî êrîşên Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Spûtnîkê re axivî. 
 
Siromolotov, da zanîn ku bi êrîşên Tirkiyeyê bi sedan endamên DAIŞ'ê reviyane û wiha got: "Derbarê hejmara endamên DAIŞ'ê yên reviyane de hejmareke zelal tuneye. Li gorî daneyên di destê me de bi sedan endamên DAIŞ'ê ji cihên girtî reviyane. Em ji vê rewşê gelekî bi guman in. Revandina endamên DAIŞ'ê dibe ku bibe sedem rêxistin xwe bi hêztir bike. Ji ber gengeşiya ku li rojhilatê Firatê zêde dibe û hebûna hêzên biyanî ev rewş pêkan e. Sedemeke gengeşiyê jî dijberbûna di navbera nîjad û mezheban de ye." 
 
Siromolotov, destnîşan kir ku ji bo DAIŞ careke din zindî nebe divê êrîşên li herêmê rawestin û destûr neyê dayîn ku careke din ev êrîş dest pê bikin û ev tişt anî ziman: "Ev bi lihevkirina soçiyê ya di navbera Tirkiye û Rûsyayê de hatiye armanckirin. Lihevkirina bi awayekî biryardarî didome."