17 endamên Meclîsa Nûneran ji Trump xwestin ku ziyareta Erdogan betal bike

  • cîhan
  • 15:22 12 Mijdar 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - 17 endamên Meclîsa Nûneran a DYA'yê ji serokê DYA'yê Donald Trump xwestin ku ziyareta Serokomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan betal bikin. 
 
17 endamên Meclîsa Nûneran a Amerîkayê bi serokatiya Illiot Angel, der barê seredana Erdogan a ji bo Amerîkayê nameyek ji Serokê DYA'Yê Donald Trump re şandine û daxwaz dikin ku wê serdanê rawestîne. 17 endamên Meclîsa Nûneran (kongresê) ku name ji Trump re şandine, di nameya xwe de nivîsandine ku niha dem ji bo serdana Erdogan bo Amerîkayê neguncaw e. Wan endamên Meclîsa Nûneran, diyar kirin ku ji bo êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê, naxwazin Erdogan DYA ziyaret bike û Biryara Erdogan a ji bo êrîşa ser Bakurê Sûriyê di 9ê Cotmehê de, encamên wê yên xirab li ser asayişa niştimaniya Amerîkayê hene."