DYA’yê ji bo Tirkiyeyê daxuyanî da: Sûce şer û paqijiya nijadî kirin

  • cîhan
  • 10:36 8 Mijdar 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Alîkarê Sefîrê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê James Jeffrey Wîllîam V. Roebuck, diyar kir ku hêzên paramîlîter ên Tirkiye piştgiriya wan dike, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer û paqijiya nijadî kirin. 
 
Dîplomatekê Emerîkî yê li Sûriyeyê di asta herî jor de peywirtiyê dike, da zanîn ku rêveberiya Trûmp ji bo astengkirina êrîşên Tirkiyeyê yên “Tevgera Kaniya Aştiyê” li Bakurê Sûriyeyê bi rêve dibe, hewldaneke bi qasî tê xwestin nîşan neda û ji ber vê komên biçek ên paramîlîter ên Tirkiye piştgiriya wan dike, sûcên şer û paqijiya nijadî kirin.
 
Di nivîsa navxweyî ya rojnameya New York Tîmes bi dest xist de, Alîkarê Sefîrê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê James Jeffrey Wîllîam V. Roebuck, daxwaz dike ku DYA pêkanînên dîplomatîk ên hişk bixe dewrê, gefa pêkanîna aboriyê li Tirkiyeyê mezin bike, dewriyeyên leşkerî zêdetir bike û operasyonên Tirkiyeyê yên li dijî Sûriyeyê asteng  bike.  
 
Li gorî nûçeya BBC Turkçe yê, Roebûck di nivîsa navxweyî ya 3 hezar û 200 peyv de, wiha dibêje: “Ev biryarek zore û wisan xuya dike ku wê bersiva wê ‘na’ be. Lê em bersivê nizanin, ji ber ku me ne ceribandiye.” 
 
Nûçeya derbarê nişeyên Roebuck ê weke kesekê “bi nirx ê 27 salin dîplomasiyê dike hat pênasekirin”, berî hatina Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê DYA’yê James Jaffrey a Tirkiyeyê hat weşandin. 
 
Roebuck, di nişeya xwe ya kurt a di New York Tîmesê hat serwîs kirin de, êrîşên Tirkiyeyê bi awayekê pir hişk rexne dike û diyar dike ku hêzên paramîlîter ên Tirkiye û rêxistinên mafên mirovan piştgiriya wan dikin, kurdên ku dîl girtine, qetil dikin.