NY: Nêviyên girtiyên siyasî yên Îranê Kurd in

  • cîhan
  • 14:27 17 Tebax 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Raporterê taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Mafên Mirovan ê Îranê Cawîd Rehman têkildarî zextên li ser girtiyan a Îraranê rapor aşkere kir. Rehman, diyar kir ku li gorî raporê li Îranê nêviyên girtiyên siyasî Kurd in.

 
Raporterê taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê mafên mirovan ê Îranê Cawîd Rehman rapora xwe aşkere kir. Rehman, li ser rewşa mafê mirovan a Îranê rapor amadekir. Cawîd Rehman di raporê de eşkere kir ku 10 sale Îran rê nedaye tu raporterên Neteweyên Yekbûyî (NY) biçin Îranê û li wir mafên mirovan lêkolîn bikin, lewma ji bo amadekirina raporê zanyarî ji nivîs û çavkaniyên cuda ango, li ser pîvanên Encûmena Mafê Mirovan a Neteweyî ji rêxistinên navxweyî, parêzerên mafên mirovan, dewletên din û ragihandinê hatine girtin û nirxandine.
 
Rehman, di raporê de qala lehiya îsal li Îranê rabûyî û bandoriya bi hêz a neyînî ya ambargoya aborî ya Amerîka daniye li ser Iranê kiriye û li ser azadirya ramanê wiha gotiye: "Berfirehbûna sînordarkirina azadiya ramanê, li ser binpêkirina mafê jiyanê û mafê dadgehekî dadperwer bi bandor bû. Karbidestên dezgeha Dada Îranê li ser derxistina biryara darvekirinê berdewam in û bi taybetî zarokan jî darve dikin."
 
Rehman, di berdewama raporê de îşaret bi girtin û zindanîkirina derqanûnî ya welatiyên biyanî yan jî kesên xwedî du nasname dike û diyar dike ku Îranê ti pêşkeftin çênekiriye.
 
Di raporê de tê gotin ku parêzvanên mafên mirovan, endamên komeleya kêmîneyan, parêzer, rojnameger, çalakvanên yekîtiya karker û bazirganî, jinên li dijî hîcabê timî dibin zextê de ne, tên girtin û tavêjin zîndanan. Her wiha tê gotin ku hewldanên tirsandina wan berdewame. Li ser cezayê darvekirinê jî, di raporê de tê gotin ku di sala 2018’an de 7 kes di temenê zarokatiyê de hatine darvekirin û niha jî 90 kesên din yên ku temenê wan hîn zarokin, cezayê darvekirinê li ser wan heye.
 
ZEXTÊN LI SER KURDAN ZÊDE NE
 
Di raporê de cara yekem behsa zextên rejîma îran yên li ser Kurdên Rojhilatê Kurdistanê tê kirin û wiha tê gotin; “Ti giriniyek ji bo herêmên ku Kurd lê jiyan dikin, Urmiye, Sine û Kirmaşan  nîne. Rêjeya bêkariyê geleke, Kurd li saziyên bilind nayên erkdar kirin û zimanê Kurdî di dibistanan de bi awayek fermî nayê xwendin.” Di rapora Neteweyên Yekbuyî de cara yekem behsa girtiyên Kurd yên li zindanên Îranê dike û tê eşkere kirin ku nîvê girtiyên siyasî yên Îranê Kurd in. Herwiha balkêşa ser komkujiyên ne yasayî yên kolberan yên li ser sînorên Sine, Kirmaşan, Urmiye, Beluçistan û xemginiya xwe anîne ziman. Di dewamê balkêşa ser mayînên di serdma şerê Îran û Iraqê de hatîn çandin û wiha tê gotin; “Li gorî raporan nêzîkî 20 milyon mayîn yên dema şerê Iraq û Îranê de, li navçeyên ser sînor hatine çandine. Ev mayîn metirsiyê li ser jiyana xelkê çêdike û cihê xemginiyê ye.”
 
Di dawiya raporê de daxwaz ji Îranê hat kirin ku bi rê bide raporterê Neteweyên Yekbuuyî daku li Îranê şert û mercên mafê mirovan guftugo bike. Herwiha êrîşên li ser parastina mafên mirovan rake, girtiyên xwedî dû nasname bê azad kirin."