Li Rûsyayê bi deh hezaran mûxalîf daketin kolanan

  • cîhan
  • 10:46 11 Tebax 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Xwepêşandanên li Rûsyayê yên ji bo hilbijartinên azad bi deh hezaran kes daketin kolanan. Di meşê de bi sedan kes hatin binçavkirin. 
 
Bi deh hezaran kesên li paytextê Rûsya Moskowayê li hev kom bûn û meşiyan. Girsê li dijî astengkirina tevlîbûna hin namzetan a li hilbijartinên xwecihî yên 9'ê Îlonê yên li Rûsyayê çalakî li dar xistin û meşiyan. Li gorî mûxalîfan derdora 50 hezar kes tevlî xwepêşandana li Moskowayê bûn. Li gorî polîsan jî 20 hezar kes tevlî xwepêşandanê bûn. Tevî Moskowayê li bajarên St. Petersburg û Rostov-na-Donu jî xwepêşandan hatin li dar xistin. Li paytextê Rûsyayê Moskowayê di xwepêşandanê de herî kêm 135 kes hatin binçavkirin. Hat diyar kirin ku tevî bajarên din bi giştî 275 kes hatin binçavkirin.