Raportorê NY Kaye: Tirkiye nakeve nava hewldanan

  • cîhan
  • 12:31 26 Hezîran 2019
  • |
img

CENEVRE – Raportorê Taybet ê Azadiya Raman û Îfadeyê yê NY Davîd Kaye diyar kir ku Tirkiye derbarê binpêkirina mafan de ne di nava hewldanek micid de ye.

Li bajarê Cenevre yê Swîsreyê Rûniştina 41’emîn a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) didome. Raportorê Taybet ê Azadiya Raman û Îfadeyê yê NY Davîd Kaye di rûnitşinê de axivî.
 
 BAL KIŞAND SER BINPÊKIRINA MAFAN
 
Kaye bal kişand ser binpêkirina mafan ên li Tirkiyeyê û wiha got: “Em di mijdara 2016’an de çûn Tirkiyeyê û pişt re me raporek amade kir. Dema me serdana xwe pêk dianî, ji 100’î zêdetir sazî û dezgehên çapemeniyê hatibûn girtin. Medya di bin zextên micid de bûn. Saziyên çapemeniyê ji diyar dikirin ku ji sansûrê wêdetir oto sansûr pêk tê.” Kaye pêşniyarên xwe yên di wê serdemê de amade kirin jî pêşkêşî Tirkiyeyê kirin û salên pişt re jî rewşa Tirkiyeyê şopandine. 
 
Kaye da zanîn ku di çend salên dawî de akademîsyen, rojnameger, parêzvanên mafên mirovan, dadger, parêzer, personelên cemaweriyê û hemû beşên civakî di bin zextên giran de ne, tên girtin û ji kar tên derxistin û Komîseriya Bilind a NY’yê rapora operasyonên eskerî yên li rojhilatê Tirkiyeyê hatine birêvebirin û di encamê de mirovan jiyana xwe ji dest dane, îşkence, krîmînalîzekirina rojnamegeran û zextên li dijî muxalefeta civakî ku girtine dest bibîr xist. 
 
'TIRKIYE HEWLDANAN NÎŞAN NADE’ 
 
Kaye anî ziman ku piştî serdana Tirkiyeyê gellek caran têkildarî mijarê bi rayedaran re hevdîtin kirine û her wiha di rapora xwe de gellek pêşniyarî bi rêz kirine û got: “Ez bi xemgînî diyar dikim, heta niha li Tirkiyeyê têkildarî binpêkirina mafan ên qewimîne û ji bo ev binpêkirin ji holê rabin tu hewldanek micid nehatiye kirin. Rojnameger nikarin karê xwe bikin û niha di navbera 68 û 139 rojnamegeran girtî ne. Nêzî 190 saziyên medyayê jî hatine girtin.” 
 
MA / Ruştu Demîrkaya