Serokomarê xistî yê Misirê Mursî li eywana dadgehê mir

  • cîhan
  • 20:54 17 Hezîran 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN -  Serokomarê Misirê yê berê Muhammed Mursî (67) ku bi darbeya leşkerî ji peywirê hatibû dûrxistin, li eywana dadgehê mir. 
 
Televîzyona dewletê ya Misirê, ragihand ku Serokomarê Misirê yê berê Muhammed Mursî (67) ku bi darbeya leşkerî ji peywirê hatibû xitin, li eywana dadgehê ji ser hişê xwe çûye û paşê ji ber krîza dilî miriye 
 
Mursî, yek ji kesên sereke yên Birayên Misilman bû û di sala 2013'an de jia liyê artêşê ve ji serokoamrtiyê hatibû xistin û di sala 2015'an de bi tawanbariya "xirabkirina îstikrara Misirê" cezayê heta hetayê lê hatibû birîn. Mursî, li Girtîgeha Torayê bû.