Li Sûdanê hêjmara kuştiyan derket 100 kesan

  • cîhan
  • 12:02 6 Hezîran 2019
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li paytexta Sûdan Hartûmê, di êrîşa Konseya Leşkerî ya darbekar a li dijî çalakiya rûniştinê de, hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihîşt 100 kesan.
 
Komîteya Doktorên Sûdanî bîlançoya nû ya êrîşa eskeran a li dijî çalakiya rûniştinê eşkere kir. Li gorî daxuyaniya komîteyê, ji 3'ê Heziranê heta niha herî kêm 100 kes mirine. Bi fermana Konseya Leşkerî ya Demkî ku dest daniye ser desthilatdariyê, li dijî çalakiya rûniştinê ya li pêşiya biryargeha eskerî ya li Hartûmê pek hatibû, êrîş kiribûn. Neteweyên Yekbûyî, Dewletên Yekbûyî yên Emerîka, Brîtanya Mezin û gelek welatên mezin êrîş bi tundî şermezar kiribûn. Li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, belavoka ku kuştina sivîlên li Sûdanê şermezar dike, ji aliyê Rûsya û Çînê ve hate blokekirin. Di belavokê de dihate xwestin ku tundî tavilê bi dawî bibe û danûstandin pêk werin. Komîteya Doktoran diyar kir, milîsên Konseya Leşkerî ji komkujiyê berpirsyar in. Li gorî tevgera gel, rêxistina milîs a bi navê Hêzên Desteka Lezgîn bi taybetî tevlî êrîşê bûne. Li Sûdanê di 19'ê kanûnê sala 2018'an de ji ber krîza aboriyê çalakî hatin destpêkirin û piştî 11'ê nîsanê arteşt dest danî ser rêveberiyê û desthilatdariya 30 salan a Omer El-Beşîr hat bi dawîkirin. Ji bo rêveberiyeke sivîl çalakvan di nav hewldanan de nin û bi rayedarên arteşerê hevdîtinan pêk tînin.