Serokwezîra Îngilistanê Teherese May îstifa dike

  • cîhan
  • 12:55 24 Gulan 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîra Îngilistanê Teherese May diyar kir ku dê di 7'ê Hezîranê de bi awayekî fermî îstifa bike. May got ku ew di baweriyê de ye hewldana Brexîtê bi serokwezîrekî nû bê dayîn dê ji bo berjewendiyê wletaê wan baştir be. 

 
Serokwezîra Îngilistanê Teherese May diyar kir ku dê roja înê di 7'ê Hezîranê de bi awayekî fermî îstifa bike. May ku serokatiya wê ya pêvajoya Brexîtê tê nîqaşkirin, li ber xaniyê serokweziriyê daxuyanî da û ev tişt got: "Ez di baweriyê de me ku hewldana Brexîtê bi serokwezîrekî nû bê dayîn, dê ji bo berjewendiyê wletaê me baştir be."
 
May di berdewamê de jî destnîşan kir ku ji bo ku parlamenter piştgiriyê bidin peymana Brexîtê tişta ji destê wê hatiye kiriye û wiha got: "Lê xemgîn im ku di vê mijarê de bi ser neketim. Duyemîn serokwezîra jin a welatê min ji bo min rûmeta herî mezin bû. Lê ez ê nebim serokwezîran jin a dawîn." 
 
Tê payîn ku Partiya Muhafazakat li şûna May dest pêvajoya hilbijartina serokwezîrekê/î bike. Dê heftaya bê vê pêvajoyê dest pê bike. Heta ku lîderekî din bê dîtin dê May li ser peywira xwe be. May peymana Brexîtê ya veqetîna ji Yekitiya Ewropayê (YE) ku bi Brukselê re îmze kir, bi parlamentoyê neda qebûlkirin. Ji ber vê yekê di navbera partiya May Partiya Muhafazakar nîqaş derketin.