Mijatovic: TMK'ê jiyan li mirovan heram kir

  • cîhan
  • 10:04 6 Kanûn 2018
  • |
img

NAVENDA NUÇEYAN - Komîserê Mafên Mirovan ê Konseya Ewropa Mijatovic, der barê neberdana Demirtaş û amadenekirina îdîanameya Osman Kavala de nirxandin kir û wiha got: "Hin zagonên têkoşîna bi terorê re rê li pêş mafê jiyana mirovan digirin û jiyanê li mirovan diherimînin." 

Karsaz û aktivîstê mafên mirovan Osman Kavala salek zêde bû hêj girtî ye û der barê wî de hêj îdîaname nehatiye amadekirin. Dîsa li gel Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selehattîn Demîrtaş de biryara berdanê da. Lê bi fermana Serokomar Tayyip Erdogan a 'Ez biryara DMME'ê nas nakim' dadgehên Tirkiye biryara berdanê red kir. Komîserê Mafên Mirovan a Konseya Ewropa Dunja Mijatovic, helwesta Tirkiye ya li hemberî siyasetmedar û aktîvîstan ji û zagona "Tekoşîna bi terorê re" ji DW tirkî re nirxand. 
 
Mijatovic, der barorê Rapora Konseya Ewropa ya têkildarî Tirkiye de axivî û wiha got: "Di raporê de bi taybetî li ser helwesta dewletên Tirkiye, Fransa, Kraltiya Yekbûyî, Îspanya û Rusya yên der barê “tekoşîna bi terorê re" rawestiya. Têkoşina bi terorê re mafekî hikûmetê yê rewa  ye. Lê divê ev têkoşîn zerarê nede mafên mirovan. Bi taybetî di mijara îfade û azadiya raanê de divê zerarê nede. Ez mijarê ji nêzîk ve dişopînim. Li Tirkiyeyê hin mijarê der barê têkoşîna bi terorê re, jiyan li mirovan herimandiye. Êdî derfetên jiyanê ji mirovan re nehiştiye. Ez dixwazim di ziyaretek din a Tirkiyeyê de bi rayedaran re vê yekê bînim ziman. Ez doza Demîrtaş ji nêzîk ve dişopînim. Divê Tirkiye di ware mafên mirovan de erka xwe pêk bîne. Ez hevî dikim ku Tirkiye biryara DMME'ê pêk bîne. Dîsa Karsaz Osman Kavala jî hêj girtî ye. Dixwaze liser civaka sivîl tirsê ava bikin. Kavala zêdeyî salekê ye li Girtîgeha Silivrî ye."