Ji bo Idlîbê ji Sûriyeyê hişyarî: Emê bêdeng nemîn in

  • cîhan
  • 13:28 15 Cotmeh 2018
  • |
img
 NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karê Hûndir ê Sûriyeyê Velîd Mûallîm, diyar kir ku ger Eniya Nûsra li gorî peymana Rûsya û Tikiyeyê tevnegere û rewşa heyî ya li Idlibê berdewam bike, dê bêdeng nemîn in. 
 
Îro dema peymana dinavbera Rûsya û Tirkiyeyê ya valekirina herêmên Idlibê ji komên biçek bi dawî dibe. Ji bo ku herêm ji komên biçek bê paqijkirin û weke herêma bêçek bê sazkirin, peyman di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de hatibû îmzekirin. Dema peymanê îro bi dawî dibe. Li ser vê yekê Rêveberiya Sûriyeyê ji bo Eniya Nûsra (Heyet Tahrîr El Şam) daxuyaniyên tund dan.   
 
Wêzîrê Karê Hûndir ê Sûriyeyê Mûallîm, di daxuyaniya da de wiha got: “Ger komên cîhatkar li gorî peymana Rûsya û Tirkiyeyê tevnegerin, dê rewşa Idlîbê wiha berdewam neke.”  Mûallîm ê bi Wezîrê Karê Derve yê Îraqê Îbrahîm El Caferî re di daxuyaniya hevpar a dan de wiha bilêv kir: “Ger Eniya Nûsra li gorî vê peymanê tevnegere û rewşa heyî ya li Idlibê berdewam bike, dê bêdeng nemîn in.”
 
Mûallîm, di daxuyaniyê de, anî ziman ku dê di demek nêz de Deriyê Sînorê Elbû Kemal ê dinavbera Sûriye û Iraqê de ji bo sivîlan vekin.