Namzetê Serokê YE'yê: Tirkiye tu carî nikare bibe endamê YE'yê

  • cîhan
  • 13:45 13 Cotmeh 2018
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Serokê Komîsyona Yekitiya Ewropa (YE) Manfred Weber diyar kir ku Tirkiye tu carî nikare bibe endamê YE'yê. 
 
Li gorî nûçeya Yusuf Ozkan ê BBC'ê, Endamê Serokê Komîsyona  Yekîtiya Ewropa (YE) û siyasetmedarê Alman Manfred Weber, diyar kir ku dê deriyê xwe li Tirkiye bigirin û Tirkiye êdî tu car nikare bibe endamê YE'yê. 
Rêberê Partiya Gel a Ewropa (EPP) ku di nava Parlamentosuya Ewropa de partiya koma wê herî zêde ya partiya xiristiyanên demokrat Weber, diyar kir ku Tirkiye tu carî nikare bibe endamê Yekîtiya Ewropa (YE) Weber ji rojnameya De Telegraaf a Holanda re axivî û diyar kir ku ger bê hilbijartin dê bi awayekî fermî dawî li muzakereyên endamtiya Tirkiye bîne.